A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mueyed Teyib - Ew Canê Min e Ne Paîz
299 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mueyed Teyib - Ew Canê Min e Ne Paîz

Eve ji wê şeva
Serê te
Li ser balgehê min nemay
Rojê man girtî û
Li pişta çiyayê Qaf
Di gewriya ejdehayê şevê ra may
Ger şevekê ji nişka ve
Dunya ronî bû
Nebêje çi zû dinya ronî bû
Çi zû roj derket
Ew ne roj e derketî
Ew canê min e
Agir pê ket

Eve ji we şeva
Serê te
Li ser balgehê min nemay
Canê min
Bûye belgekê zer û pêtî
Xwe havêtiye
Bextê hirr û bay
Ger rojekê
Di ber pencera te ra derbas bû Nebêje çi zû belgên dara
Zer û sîs bûn
Çi zû bû paîz
Ew canê min e
Ne paîz

*30/3/2016
*Ji pirtûka wî "Ne Şev Têra Xewnên Min Dike Ne Roj Têra Xemên Min"