A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mueyed Teyib - Buharvano
519 Xwendin
9 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mueyed Teyib - Buharvano

buharvano, çi buhar e
ger buhar bît, çi hewar e?
çi şînî û çi zêmar e?
binefş û nêrgiz çirmisîn..
ka buharvan lê nepirsîn?
perî û zerî ji warî dizîn
ka buharvan lê nepirsîn
gerdenêt law
di xilfa sêdarê da rizîn
ka buharvan lê nepirsîn.
buharvano
buhar nîne
me ya dîtî buhar şîn e
ne ya sor e tijî xwîn e!

gotin:
''adarok bo me şîn kirin''
lê adarok
her li roja duwê mirin
berze kirin
gotin:
''kew kehî bûn, kew kehî bûn!''
ger kehî bûn, ew çi rik in?
gotin:
''aştî ye, aştî ye!''
ger aştî bît
ew çi xwîn e û çi rondik in?
buharvano
ne buhar e
mêjû tifkê. ev neyar e!
ev serbirrê kewê jar e!

*''li sala 1974ê, kurdistan di gera xwînê de wer bûbû, hêşta rijêma be'is digotî ''buhar e'' û xayînêt kurd jî lê vedigera: ''buhar û aştî ye!''
*Çavkanî: tirsik.net