A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mizgîn Ronak - Bajarên Ku Li Pey Me Nayên
34 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mizgîn Ronak - Bajarên Ku Li Pey Me Nayên

Rast nîn e Kavafîs
Bajar li pey me nayên
Em ji ku diçin
Ew li wir dimînin
Keçikek bi zorê tiliya xwe dişkîne
Kanê Kavafîs?
Bajar li pey me nayê
Ezezok e, bîranînên me vedişêre
Li kolan û malên xwe
Me dixeyidine
Jinek, çarika xwe
Li stûyê xwe dilefîne
Bajar me diterikîne Kavafîs
Em bigihîjin welat û deryayên din
Amed, me li van dûrahiyan
Dixeyidîne Kavafîs
Me êdî bajar nîn e!
Ne Bilîs me dibe kelaha xwe ya çiyayî
Ne Akropolîs me dibe sifra yezdanan
Ne jî Wan...
Peykerên me çêdike
Li geliyên pisîkên xwe
Hela Mêrdîn!
Me sirgun dike davêje! Ey Kavafîs
Ji me re bajarekî nû bêje...

*5 Tîrmeh, Yekşem, şev
*Dilavî, Weşanên Ar, r: 268
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê