A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mizgîn Hesko - Nînova
132 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mizgîn Hesko - Nînova

Werzê min
Bê berbû
Min tu
Vexwendî bê dengiya
Dîmenê kirî.

Li ser masê
Piyalek tijî rondik
Ber bi awazan ve
Diherikî.

ûûû...
Tu... nuhêrandina dilî
Gava sirûda şînê
Berdewam dikî
û razên xwedawendên dilbijok
Di xwe de dicivîne.

Tu..di nîgaşê min de
Geştiya hêviya yî
Gava bi aramî
çavan xilmaş dikî
û bi hêminî
Hest dilorînî.
Tu..barîna baranê yî
Gava bi ser axa tî de
Tête xwarê
û berê gulberoyan
Ber bi çursandina xwe ve
Diguherînî.

Tu fîxana Jinê yî
Gava hewil didî
Serî rakî
û her û her
Di himbêza xwenan de bi hisret
Dimînî.

Tu.. awaza şînê yî
Ji şînê
Ji mirina rojane
Morîkên jiyanê
Bi darve dikî

Tu..dastana Gilgamiş î
Gava Ankîdo
Qehremanê daristanan
Vedgerînî destê
keçên şox û şeng.

Tu..reprepa hespa yî
Kalîna pez î
Gava tête ser birîn
û dibî qurbanî
Xwedawendên
Gewre û leheng

Tu..çingçinga şûr û rima yî
Serfiraziya çiya yî
û di heman katî de
Tu Pûnijîna berfa qeşeng.

Tu..razên rewanî
Gava dikevî
Tora evînê.

Tu..borîna jana yî
Gava difetiqin
Ji rehîn jînê.

Tu..hatina buharê yî
Gava rengan
Bi xwer tînê.

Tu..giryê Iştar î
Va sirûşt
Firmêskan
Li ser xweşewistî
Dibarînê.

Tu..naziktirîn şêweyê
şîna min î
Ma çend kelek û gemî
Di sîmfoniya te de
Derbas bûn.

Tu...bihêztirîn
Tabloyeke bê reng î
Ti hunermendên şêwekar
Qermîçokên bedena te
Nîgar nekirin.

Dibe... ku tu somer û akad bî
An jî mîtan û mîdya bî

Dibe... ku tu aşûr û kildan bî
An jî qendîleke vêketî
Ji agirê zara bî.
Dibe... ku tu mezopotamya bî
An jî yekîtiyek ji olên cuda bî

Her û her
Tu..naziktirîn
bihêztirîn
şêweyê şîna min î