A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mizgîn Hesko - Kulîlka Evînê
219 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mizgîn Hesko - Kulîlka Evînê

Wek tîreke bê armanc
Hatim rasta çavê te
Ber bi jêr de
çûm û çûm
Ez ketim dilê te
Li devereke pirr germ
nema xuyabûm
Bûm sûlav
Hatim, cergê te ez vexwarim
peşk bi peşk
Ta ko ez windabûm
Min qurm vedan
Di laşê te de
Min şax sipartin hev
Wek tevnika pîrê
Di rehên xwînê de belavbûm
Wê gavê kulîlka evîna min
Bi navê te bişkivî.

Nîşe: Mizgîn Mehmûd ev helbest bi navê "Diya Peyman" nivîsandiye.