A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Yek Kêm Be
131 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Yek Kêm Be

"Vedigerim ser koça kujerîya xwe ya şûmî
Kêferata tikakirinê ye li min diare
Berê min her li wê sermestîyê ye
Qufla hezar daxwazîyên min carekê bi dîtina te ye"

Dema ku tu
bajarekî ji jîyana xwe derxî
Yek kêm dimîne tu
Yek kêm dimîne ew
Yek kêm dimîne çarînek
û wê her yek kêm bimîne

Yek Kêm Ez
"û ev xunavîya bajarê bîyan
bi we re dansa xwe ya şanazîyê dike?
Pê dikeve asîmanê ku xwe bi çar qoran dibezîne"

û reşayîya ku erdê evînê bi gurîna dengvedanekê li vegeran
şerpeze û bêzar dike
Destana dewranekê bi cilê gîyanekî kihêl
li naverasta serdemekê
Zûrînek li pê teqîneke kuştî li can û cesedê min disûrike
û ez ew zarokê ku di çermê xwe de asê
Lê di çemê te de bejin didim bi laşekî şivtîtazî
û bi dengekî ji şewata rojê mayî
Ax!
Tu dibêjî qey
hew li milkê xwe dibane toqa di stûyê me de
li ber sermaya har bi kalekal
Ji xwe ev ayet ne tiştekî pir nû ye
lê ne kevn e jî
guhên axê ne, ku wekî her car
li senfonîya baranê mukir tê
nixurîya her gavê ye ku rûpelên xwe têr dike
ê ku dibêje ez Yezdanê axîreta axir û ê xwezayê
Belê... tu çima nikarî bi vê lehîya li min?
Qir dike qirdikê gorvedana gola xwe ji peşkên heram re
û ji kuştinan re tê heşidandin dîmenekî dimilmilî û dilşolî
di canê min re derbas dibe
Ku çavên min bi daxwazên xalî,
derbasî eywana fireh bibe
stûnên derizokî ji timakarîya dîrokê re
behsa çend gavên agirî ên Zerdeştî dike
û dengvedana peşkên te yên ji werzeyên min diweşe
li belengoşka hêtên rabirdûyên min dikeve
û dikewidîne ji başîyan re
hemî nebaşîyên ku beroşa kellêketî bi kefa demê re
Ez im ê ku bi ser rêya xwe dikeve bi dilekî tîr û zirmirî
û min bi kirasê şevê girt, bîna te jê dahat
Min di guhên te de bangî xwe kir
ê ku ji te mayî
û kelogirî

Yek Kêm Tu
"Min vê sibehê di destê barîna berfê de, xemgînîya gulan dît."

Dîsa roj bi dûrîya te dest pê dike
çavên min li kîjan bîranînên te dikeve, nahewe
Ku ez ji kîjan alîyî derbasî xewnên xwe bibim
Hêla min a çepê
wê çiqilê îluzîyonekê têxe destê alûsîya min a li ber şikandinê
Di vî bajarî de tunebûna melodîyên te ji min re maye
Dûrîya ku te li min kiriye
derengîyê qet bi deman napîve
çavên zarokekî ye di bombebarana bajarekî de
li wê rastê hilawîstiye
ji dûr ve rêkên zirav ên li ber qetandinê
Bangî şikandina hundirê min dike
û nifirên min li xwe kirî
koçek ewr e, bi ser xemgînîyên min de dibare
Heke destên xwe ji tilîyan re nehêlim
bila dengê min bi nikilên çivîkan têr bike rûpelên bêdengîya te
Hemû dilsozîyên min î li ber xelatîya bayên kenên te dikeve
Êdî terxan dibe ji bagerên bîyan re
û zû… diwestim
Ez ê xwe çawa li hatina te bikim mêvan
Wekî di peravên xwe de hilneyê
û hûr bibe pêlên behran
Bêyî te, bi hezaran kes li vî bajarî vegerîyan
û ev çavên bîyan
Koçberîya teyran
Baran
Bajar
û barên carisîyan hildigire peyarê
û qirş û qal
Ax!
ev çi bobelat e eyyy yar
Tu yî, ew kêra ku di laşê min de
çavên min wekî kelekekê binav dike di behrên xwe de
Roj baş xweşikîya her tiştên ku li te vedigere
bêyî van gotinan
Ev korbûna ji destên te filitîye
di himbêza gîyanê lewitî de
wekî berbangên nestirî di destên me de kizirîye
Helbestên din ên Helbestvanî/ê