A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Xewle Ye Xewn?
134 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Xewle Ye Xewn?

"îro awêneya bindestîya neteweyeke bêdev e Kobanî...
Kobanî ku tu bikevî, ez ê dilê xwe daynim ji hebûna xwe.
bila êdî kesek qala mirovahîyê neke ji min re."

Di dîmenên kînarên gumanan de beliqîye
Heyveroneke tamsar û kevanîyeke hejar

Ji çepilên rojê revandiye
senfonîyên bayên sibeha porkur
û notayên tenûra vemirî
Di pêlên vîzevîzê de

Bila bihewîne zarokatîya min a henûn
di dergûşên pênûsên helbestan de

îro dilikume di kolanên riswa de
Kûzekûza cewrikên çavdaxkirî ji ciwanîya min re

û bila çermên nasnameya min
Ji morgên xewnên şeliqî rakin
Bila bibihîze navên paytextên zordarîyê
û navên wan zilamên qelew
ên ku cilên Xwedê li xwe kirî

Kevzdarên peykerên xîretê
Bila tovan biçîne di bêvila kulên me de
û bila çend demên kemilî bêhal bimîne
di reşberfa sirûdên pirtûkan de

Ba bila bi dengê şûrê dîrokê biqîre
Zehferanên ku di meytên min û axê de
Di nava xalîçeya Kurdistana min û we de
Wê cotkarekî dengbêj xweş bibêje navên êşên me

û ez ê kezeba xwe bibirêjim di xelaya mirovahîyê de
Bila bifetise di kuçeyên qehpikan de
Lewendîyên min ên bêxem
Ji bo ku ez bibim xulamekî rasteqîn
Ku bi bêrên agirperest veşêrim
êşên xwe ên ji karwanê bi xwînê dagirtî

Di dîmenên kînarên gumanan de beliqîye
heyveroneke tehmsar û kevanîyeke hejar
Helbestên din ên Helbestvanî/ê