A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - We Yê …
321 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - We Yê …

"Te xwe ji pakîya avdana derewan, kir hezkirinek bejî
Tu yê ji kenan re bibî devê gulperîyan"

We yê vê sibehê roj baştir bikira
Nexweşîya ku bi sura bayê sibehê ketî
Tu dibînî çawa xwe diavêje
bextê risteyên pelên sor û zer î
We yê rawestanda tevlîhevbûna min î
ji katên, bêbextîyan re diket, dibû cîyê gilîkirinê
We yê ji gurzên êşên xwe, evîn hişîyar bikira
We yê hebekî din asîman li hatina xwe bikira mêvan
ku min ê zû bi zû darazên xwe ji çavên te ziwa bikira
Min ê xwe li bêndera bablîsokan
bikira hêlekana kêfxweşîya awirên te
û ez ê bi gulîstana kenên te, vebûma
We yê bi deynê xwe nîv olçek, zimanê min bireşanda axê
ji bo gotinên min xwe bi çivîkan re bikira hêlîna kenên te
û we yê, bi navê kulîlkan sonda xwe ya
baranê bixwenda
Na! Na! Ne ji bo biharan
Ji bo bihevşabûnan
We yê gelek tişt bigotana, ez dizanim
lê niha heram e risteyên min
We yê li vê qeşayê, ramûsan danîya ser
nivînên rojê, da ku bila binase sînga te
ên ku ji xewnên razayî û ên ji wan ên bêdawî
û we yê Sînga min ji ewrên bîyan cihê bikira
We yê serê xwe danîya ser baranên min
We yê derîyê gerdûnê li çavên min vekira
ne ji bo dîtinê
ji bo jîyîna xwe, di bîhnstandina te de bikim mizgefta talîya
temenê xwe yê kurt û kin
ji bo nîv îbadetekê
Ey! Ê min distirê
Ey! Stargeha min a navê rijîna rojê
Ey! Vexwarina sermaya ji baldana te dûr
We yê rabirdûyên me di kuçikên çavên xwe de
bi xizanîya evînê bişewitanda, ka?
Kumêt im ji harbûna re, te yê bi maçên şîrgermî ez bihewandama,
ka?
Helbestên din ên Helbestvanî/ê