A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Tenik e Rûyê Te Ji Qewmê Bê
126 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Tenik e Rûyê Te Ji Qewmê Bê

"keservedana mijê, ji pênûsa şevê diniqute...
bajar kêlên katjimêr 23:54’an li devê xwe xistiye.
û niha peyv kuştîyeke neşûştî ye."

Li wê rastê
binê bîra min, belengazê bîranînên te ne
Radestî paxila şevekê dibim, dengê min birçî dimîne…
û radiweste di bêjinga rojê de, nakokîyên min î
ji wî asîmanê ku bi sermestî dawa xwe li ba dike
di taxa zemanê tenêtîya min de
Tenik e rûyê te, ê ji qewmê bê, tenê min dihewîne

I –Tenik e Rûyê Te Ji Qewmê Bê
"Devê çêlika çivîkekê me, ji qewmê henûnîyê,
Birçîyê firîne ên hezê, pênûsa demê ye bazkikên min."

Li wê rastê
terk-î-dinyayê werîsê stûyê xwe me, berî serdana seridandinekê
valahîya watedarîya sîyên kuştîyan e, erdên min
Dema derbê ye, xwîna li ser tatên tenêtîyê dibiriqîne
Nikarim li ser gîyanê koçberîya evîna xwe biedilim
û êdî dareke bêkok e kenên min

Kuxika ewrên bêraman e, di bîreweratîya çîyayan de
Asîmanekî kal e, têra xwe bi rojan dagirtî
û a rastî
Di taldeyan de, galgaleke ricifokî ye gavên min

Dirûvên ewran, min dike mindaleke baranî, nixurîya payîzan
Di timakarîyê de, ji hev du kişif nabe gur û kûçik
Her êş, dibe hogirê şîna xwe, dadigire safîtî û sermestîya xwe

Ya star!
rihê min wekî beytikeke birîndar
li ser dara demsalan bi çîzeçîz
û zebanîyên serdema beravêtî
li têla bayê dîmeneke bitoz dikeve
Nalînên min ji cîyê xwe naleqe
Li warê xwe ditefînim dawîya temenekî
Betilî me ji avdanan
Gul li çolistana xwe nayê
Kêm dikurisînim bêdengîya derewan
Li wî baxçeyî ku roj lê hilnayê
Sarogermî xwe dibim, di qonaxa magmayekê de
û berfa ku laşê xwe dimale, dihele
diterikîne, fetisînekê di xwelîdanka şevê de

Êdî şûnşopên te, di kavilên min de maldar e
Li wê sermayê, dixuricim…

Destên xwe ji vê germayîya dinê dişom
Dora min e
Dora min

II-Tenik e Rûyê Te Ji Qewmê Bê
"Hetanî ku tu bigihînî temenê axa nizanim çend milyar salan,
ez ê ji te hez bikim..."

Li wê rastê
Berateya min dinale
û darên êşê bilind dibin di xwîna min de
Dema ku ewr biteliqin
ba zîpikan nahewîne di himbêza xwe de
çawa dibe ku ez
morîkên bêzarîyên xwe dicivînim
di lûtkeyên kambaxîya aramîyeke beradayî de
û çawa dibe ku, şev ji devê jinekê diherike
di pakîya şerekî mişt de
Lê nikare kezeba min bi melodîyên
lorandinekê aş bike û binixumîne
Lê bi wê çûyinê nikarim
Di pakîya keçekê de, gavên nêrgizokî ye
Zû diçilmisin di refên ruh de
Ji wan qulmişkên kerbê ye
Qerejdax fîstanek e ji helbestên kihêl li xwe kiriye
Hey! Lê!
Payîza Derwêşî ye
û li girê paytexta evînê Edûlek, xunav maye
hilweşîyaye
Bi wê çûyînê nikarim

III – Tenik e Rûyê Te Ji Qewmê Bê
"Ji xewa xemgînîyê ye.
Ev asîman wekî latekê ku bi ser min de ketibe
Li dengê xwe digerim niha."

Li wê rastê
çawa!
Wekî kûçikekî ku hestî di qirikê de bimîne, li xwe aliqîm
Defa dînan e di hundirê min de
Heta ku biteqe navê dûrîya xam
Bîna ewran e
li belengoşka tifaqa min î li ser tayekî mayî re neyar e
û êdî gotin jî li kirasê xwe naedile.
Ku li rûyê bajêr bikeve baran e
Qîyamet e
Lehî ye
Wê bi xofa xwe li me rûnê ev bêrîkirin
û çik î tenê, çênîçênî ji xwe dixwim
Ku bêgor destên xwe dirêjî henûnîya mirinekê bikim
sip î sar… û girifdar
Seat her şer e di binê bazkên te de
û ew dem ji bo kesekî ranaweste
Dilewite her xweşîyek li pê siwarên bêhiş
Li wê qadê di kozika stêrkan de bê şewq dinalîyam

IV-Tenik e Rûyê Te Ji Qewmê Bê
"Li pêlava wê şevê digerim,
Wê şeva ku li ber derîyê pênûsê şopên xwe ji bîr kirî."

Li wê rastê
Rûpoşên zîldana hovîtîya xerabbajerekî ye
di werzeyên min de
hêlîna xilmaşbûyîna cîyê pêyê êvaran raxistiye
û dilê min di wê tarîyê de
dibe wekî moxilekê ku her şêwir lê dikeve
Li wî cîyê warê kevnar, deng hilnayê, ji soberîya elendan
Di nav her du tilîyên te de, wekî tefandina şimayekê me
ji min qîrîn bilind dibin... û êdî ew bînayî, a ku ji te mayî
ne tazî ye, kirasê tenêtîya min e ku te li xwe kiriye
Gerdûna gerînekê derûnîya min, çelqî erdkêşîya te dibe
û di qirika şevê de vedimirim
hêvîyên min naçe xwarê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê