A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Têkçûnên Min
102 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Têkçûnên Min

"Zimanê min û şevê jêkirî ye
koçberekî dawîya temenê bayê sibê me"

Têkçûnên min li ser vê axê mirinê dadigirin
Navên kîjan deverê li xwe dikim
rêya neçûnê dide ber min
Têkçûnên min li ser vê axê
Ji pirsan hînî parsekîyê bûye
Ji tirsan derewîn bûye
Kor î kût
Hişîyar dibe rojên min
û gavên min li ber pêlan
cangorîyê evîneke neçar e
Lal û ker digerin dînên dilê min
Lê navê straneke bîyanî ye
di çermên axê de bûye gor
Texsîr neke
Galgalên ku ji pûşên kayê
di dev û pozê hêvîyên min de
bênderan bi cî dike
û neçarîya min ji beytikên zivistanê re name ye
Têkçûnên min, li ser vê axê
hirîya bê diqusîne
şivanekî bajarî ye
Helbestên din ên Helbestvanî/ê