A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Qurtek Ar e Peyvên Min
121 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Qurtek Ar e Peyvên Min

"Ji agirê xwe dawerivî xwîna min bibe Pirometheus
Ez im ê ku ji qewmê Arî"

Dema ku ez destên xwe diavêjim qefesa sînga xwe
bi dizî êvarek lê dide
Xwedareng e birîna min a ji alî Mahabadê
Rojhilat jê diçe
û li heyveronê şûrekî Zerdeştî dibiriqe
Di wê kelekela evînê de, pê li dirîyên hundirê xwe dikim
şewata welatekî ye jê diçe
û peyvên min, di baxê îremê de stûxwar dimînin

Ev e bextê hibra min a reş, li ba dibe
Wekî alayekê piştî şerekî têkçûyî li wê rastê
ku ji destên min bikeve bizirên kerbê
ê ku li dengê xwe difitile ez im
Ben bi hezar qulên hevokên xwe yên kuştî vekim
her carê kêlên min xwe ji hev du dibirin

Wekî guleyên oportunîstan, li dirûşmeya proleterekî ketibe
hêvîyên xwe dikurisînim bi kezeba şewitî
Lê êdî asîmanan jî vexwim tîna min naşikîne
wekî bayekî westîyayî hêdî, hêdî hêrsa xwe li enîya avê bilûse

Belê, min dît
Di hevrazan de her kes bi qasî xwe dihele
lê bi qasî xwe namire, heke di himbêza hezê de bê meyandin
Wê tîrbûneke zexm be ji palevanê parastinê re
Li gora jînê peykereke kenderizî ye
gotinên min ên bi zimanê êgir diaxive
Di şaristanîya tore de Kardoxek im
peyvên min bi ser min de xera bibin
Wê bi hev du vedin marên min

û wê ji gumanan saet newqa xwe vala bike
Wekî hespekî ji qamçîyan bitirse
Ax!
Ev kitekit in, xizanîya zilamtîya min bi ser avê dixin
Di koça welatekî de li vî dîyarî

Bila êdî hemû tişt di gerîneka xwe ya hetikî de velîze û verişe
û kelaşên xwe rakin û bang bikin
Tiştek bila jê nemîne, tîştîşî bikin
Terk bikin mîrata xwe ya ji sedeqeyên baş
û ji rengên xwe yên fetisî rizgar bibin

Ji nêçîra we çi mabe, deynin ser sifreya xwe û vexwînin
ji bo ku dengekî kevn, pêlava xwe ji pê neke
Di mihrîcana we de neyê çong venede
Heram neke firaqên hestên we, bi girêza xwe

Heke hûn li bendavan bihikumin
destên xwe ji baranan re venekin
Xwîna min birijînin. şa’ir im
Bi ‘Bayê Kur’ çermên laşê min biguron

Wê demê guhdarek ê di ser re here
hîpnoza hezar salên devbixwîn
Wekî qufilên ku li devê pênûsê ketibe
ew ê di awêneya dilê xwe de bişikîne
çavdaxkirî ew ê rojekê di namûsa me de biqîre
Helbestên din ên Helbestvanî/ê