A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Pelweşînê
231 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Pelweşînê

"Pelweşînê! Te rojên min
bi dengvedanekê dehf da bêdengîyan
Êdî şikandina xwe, di destên kesên din de dimalim"

Gurzek nermînîya wateya te, ji hestên min diçilmise
Beyarbûyîna bêzarîya xwe, ji axa te dibihîsim
û li vê tofana hundirê min binêre
Nikare te ji ser pişta pêtên eşên xwe biavêje
Belê!
Her şev
ji wê şevê fêr bû
Hûr dinalim ji te xunavtir
û tabloya rûyê min diherike ji êvar de

I-Pelweşînê
"Pelweşînê! Hîmeyên hêsirên te hilma min dihêre
bir dike kerîyên ewran, sayî ye"

Bajarek ji hundirê min difilite
Hêsirên ji qîzanî ketî
niqirîskan di perên pêlên min de dikute
Heyyy, lê!
Gor bi gor
navê te diniqutim

II- Pelweşînê
"Her tiştên ku pê axa helbestê têr dike, tu li wan tê"

Ji şax-alîyên birûyên te vedikişin
tîrêjên ku ji baranê pîrotankî bûne
Mihrîvanê!
û li şopên navê te digerim li beyarên bê ber û paşî
Te navê xwe li ser kîjan bêcîhkirinê nivîsîye
Êşa min a bêdawî
bîne bîra xwe
Didim ber rûyê xwe yê ji fedîyan betalketî
û mirêkên fermanxwaz dibe hezar û hezar perçe
Lê, ez dizanim tu yê neyê
Te di sîya kîjan fedîyê de xwe bi girî veşartî, Pelweşînê!
Di wê tirbê de, bi vê kerbê
Hênik û hênik hêl ke
poşmanîyên min î xwedîyê hezar carisîyên şevê
û bi tenê
Dansa mirinê ye arê te, li benda tefandina bayên min
Xewle ye gazîkirina her du çavên te
Min radike û şopa şevê li pê dikevim, Pelweşînê!
Êşên li pê êşan ketî
Loo!
Lawoo!
Ha hooo!

III- Pelweşînê
"Ew qetranên rêkên birînê, dipelîne bêrîkên bêrîkirinê"
Berî ku kurteçîrokên min mala xwe bar bike
ber bi talanên mirineke xwedawendî
Cereke biqîr spartin şevreşa çavên zarokekî
got nere, got vegire, bar neke
Pelweşînê miradê min di sînga senfonîyên baçermokan de ma
Ez rabûm
û min li tenêtîya cendekê xwe mêze kir
di gora fîr’ewnên evîndar de
Baran bi neqşên çavên te didirû
ew ewrên ku li ser bajarê min î ji keseran birûskan vedide
Bêrîkên bêrîkirinê dipelîne
dilê di herîya xwe de hişkbûyî
Da dike êşek, ji qehra penaberîyê xulamketî
Histirîyên ji wê bagerê dola çend qehpikan e
Gêj dibe mozên sosinên te yên korfirî
Gelo ev çi riste ne?
Ji devên hovîtîya tilîyên min derdikeve Pelweşînê
Doza çend mîxên zengarî dikutim
di mejîyê kulavên şevên bêstêrk de
şivanê gulîyên te me, talan bi talan digerim
Pelweşînê! Tu û kirasê te yê ji hêsirên çend ferîşteyan bûye ar
Di avên arîyê de, xwelîya navê te diherike
Parşomenekî dinûse, bayên ku ji dîroka xwe hatiye cihêkirin
Bûme fermandarekî ji hêsirên hewşa cîhana te ya çilmisî
Der û dor di sînga min de hespên teriqî diajo kulê, êşê
Pelweşînê!
Dil bêkes e, ji bextê min re gor
Cîyê ku neyê hişê çi kesî maye qey?

IV - Pelweşînê
"Sondxwarekî evîndar kuştî dimîne
di devê taveheyvekê de"

Pelweşînê birçîtîya heyfa gavên te dikole
ew qulingên ku ji demsala me firî
Cudayîya yek rengî ye xemilandina vegerê
ma dibe ku tu vegerî?
Her du cihokên min diherikin ber bi okyanûsa te ve
û avis bûye ji taya daxkirina rojê
navnîşana kuçeyên kesnedî
Peşkên te li meşa jîyana min xist
gavên min giran bûn Pelweşînê
Hilqitîne di sêdarên gewherên xwe de
cankişandina pirîskeke hêvîyê
Ji çolistaneke stewir te xwe xweş fêrî zordarîyê kiriye
Kenên te tî ne, a niha Pelweşînê
Ez xulamê gavên te yên payîzî
ji destên te xençerên cemidî
Te tarîtî jî kir destbirakê xapînokên kabûsên bêserî
Jehrdayî diperpitim, di wî warên ku dê zarokên xwe diavêje
Pelweşînê! Perperîk in navê delalîyên vik û vala
xwedîyê jîyaneke kurt
şehê di nav porê te de, li mirêka mirina xwe digere
bi navê pênûsa helbestvanekî
Xwe tê de bibîne Pelweşînê
Ez weşîyam
Tu weşîyayî
Rêkên bêmiraz weşîyan û diweşîyan
û qehra min dirijîya, Pelweşînê
Te çawa karîbû ew qas gulên xeniqî
di bêvila sîyên xembar de biçikîne
Êdî ro xwe di êvarê de dadike bêyî te
haya min jê heye
A niha ji bayekî westîyayî û ji asîmanekî çirîyayî
Pirsa te dikim
û ez mam wekî berrojkeke stûxwar
ji dara temenê xwe qetîyayî
şa dibe berfa ku li ser min dibare
şa dibe sîyên ku li ser emrê min ava dibin
şa dibe rêkên ku di ser ciwanîya min re derbas dibin
Bêrîkirinek wekî zarokekî bêtemen mezin dibe
di dergûşên çavên min de
Ez bi te ketim, bi xwe ketim, biçûk ketim
Ev helbesta min a dawîyê ye, ji bo te
Li min bibore
Bibore Pelweşînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê