A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Neyarê Şevê Xeniqî
130 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Neyarê Şevê Xeniqî

"Di zikê darbestekê de
zarokekî jiberçûyî me û dizanim
doxîna şevê bi xwînê girêdayî ye"

Fitiloka windayîyan a emrên gîyotînî diperpite
û ew bayên êvarên ku ji enîya sorayîya rojê
lawazîyên min dihewîne
Hûn dizanin
Peronên vala ji jenosîda dilê min dolan distîne
navê kesê ku di min de mirar
di xwelîrengekê de asê bûye
Ma ne tenêtî ye?
û dilopek hezkirin di quflên stêrkan de hat bidardekirin
Ji kerafîya êşê mirineke fedîkar diniqute
Matmayî dizûrin bihiştên evîndaran

Neyarê şevê xeniqî

Binax dibe zêrên guhên dîroka te ya çavkilkirî
Meşên ji perîkên leglegan
ji koça dilgermîyekê re qûnde ye
Rake ramûsanên xwe yên fortek ji wêneyên ezmanên felişî
Qîrîn di qirika min de rizîyan
Tevizîn, ditevizîn

Neyarê şevê xeniqî

Ew jîn, bîyanîyeke dijwar e li ser sîyên xembar
Belav dike tolên hûtên ku ji qerisandinê re evînan radiçikîne
û bihar bi melkisa xwe ya qilêrî
rojinan ji girtîyên kemîna te re diafirîne
Sergoyên te yên qelew meytên xeniqî li dar dixe ji şevê re
Neyarê ku bi hezar gotinî, bi gotinekê teriqî

Neyarê şevê xeniqî

Li hev du nake katjimêrên ji bêrîyan, stargehên nestirî
Kîjan av kî dizane ar
Kî dizane aramîyê dihewîne
Tev derew in, ba û baran û ez û tu
Navê qehrê, vexwarina jehrê ye
Carisîyên ji devên orkestraya şerê ceribandinê
Reşbelek dihele, dibihure, tarî û talanî ye

Neyarê şevê xeniqî

Porê êr dihûnin, pîrebokên erdheja dilê min
Karê destên şewitî diqelîne pênûsên sosinî
Di çalên çavên te de li qelîştokên mirina xwe digerim
Dicemide şûrên ji keseran, nalînan dilorîne
Waxx....
û hey waaaxx!

Neyarê şevê xeniqî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê