A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Min Mirîyên Xwe Bi Êgir Şûşt
100 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Min Mirîyên Xwe Bi Êgir Şûşt

"Stêrekê ji asîmanê dilê xwe dibihîsim
ji bo şevên bextewarîyê
dereng derîyekî dikeritîne çavên min"

Ji palên welatê çarcanî
dawerî bakurê hetikandina xwe dibim
Kenên min, ji refên hêvîyên kuştî veqetîyan
û agirek wekî şêrekî birçî dadide çavên min
Ez rabûm
û min kirasên hûtên xwe yên
ji ferhenga mirîyên bêgor li xwe kir
bi tîpên Kurdewarî, di tîrbûna gelawêja sape de
wekî ku xwîna xwe bimalim bi wî çênîyê seqemê
Bîrên min, ji birîndaran e
ji kuştîyan e
û ji firmêzkên zarokan e
Ji wêranteşîyan dirêsim
Qewmê me ji talanan filitîye
tawanbar in ji afatan, lê belê
Bakur
Başûr
Rojhilat
û Rojavaya min diêşe
Tola bêdol e
ji rehma bêrîka yezdanekî gunehkar tê xerakirin
li wê mazata rêwîtîya dera han, dojehekê radimûse
Ne dêya îsa ye, wey!
Kurdistan e!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê