A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Me Her Kesî
112 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Me Her Kesî

"Wekî Pirtûkên Komageneyîyan
nivîsên çîyayî ên ehlî êgir in
Pêtên me hê jî di rûpelan de fasiq in...
û tenê darên hundirê me dihejin"

Me her kesî
Li rûyê tenêtîya heramzayîna rojê,
Bi destpêka gotina dawîyê
Xatirxwestineke şikestî
Ji devê dewrana ku di destê stranekê de
çilmisandina rengên melodîyên nenas vegotiye
Ji çivîkên ku qet li bazkên jîyanê nayê rehmê re
Ev, jê wê de tir derbûneke bejî ye ji axînên avî re
Wê demê, av û av dimiçiqe ji qeşaya bîrewerîyan re
û ta bi ta bi xwe mijûl e qerfek ji xwe ewle
Fera me her bêgav dimîne di vê qamkinîya gerdûnê de
wer... serberjêr ditebite
Piştî ew qas dilsozîyên pelên westîyayî tev firarîyên payîzê ne

Me her kesî
Di mîhraba têkûzîya hundirê hûmanekê de
zevîyên xwe li wê mazadê
bê çawa bi şerpezeyî ji bîr kiriye
De ji ewrên havînê xerabtir tî û ji tîna xwe ketî
belawela bi bayê ewilî ên şalûs re
Bi devê bendemanekê reşandina reşêşkên hêvîyên beravêtî
Qor bi qor rişma zindîtîya bendaveke sistkirî
bi xwe re herimandiye
Ev dabeşkirinek e
hemî timakarîyên derveyî hebûnê dikewidîne ji me re
Ku em bi kêrî kêlên xwe neyên
wê her yek ji me xweş mirov bin
Lê em her yek bi kêrî kêlên xwe ne
û tehde ye ev berateya me ku bîna xwe bera gerdûnê dide
berî axê hibêz bike

Me her kesî
Pirên xwe bi destên dîrokê xist bêrîka meşa xwe ya rûxandî
Di devê demsalan de navê kesî nabe benîşt
Axirdewranek li wê kevîyê ji dengê qijikan
Me ji xwe re kiriye tizbîya bêaramîyê
Peyamên li derdoran hatine qetilkirin
ên ku xwedîyê xwe timakar dihêle
Ji me sîyek e
Di kelekela parsekîya dil de
û sonda biharê bi gulan re naçilmise
Diherike
Girêk bi herîkîna demsalan nakeve
û me zarokatîya xwe yî şekirokî
wekî kirasên maran li wî xerabbajarî
ji tarîtîyê re kiriye fermana hewarekê
ku wê qet bi ser me de neyê
û ji me, dewranan alên bêwelat afirandiye
Helbestên din ên Helbestvanî/ê