A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Mamê Min O!
120 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Mamê Min O!

"Dema ku şev di qetrana xwe de vegevize û were li pênûsê asê bibe
wê gavê li asîmanan* Osman Sebrî diçirûse. Osman sebrî rêyek e,
Her riste ji êgir pê dikeve…
Hêmayên pêlewanîyê ye, gûr dibe."

Min bi çavên hogirên xwe kil bike gîyanê welatê hejaran
xemilî me ji dirûşmeyeke bêzar
Hewar!
Li min hewar!
Sîya çar hûtan e
cîyê bêxwedîtîya ku lê sekinî me
Lê dîsa jî, kulîlkên bi te şanaz dibişkuvin
Pêl bi pêl bilind dibe, bêperav be jî, ala te

Mamê Min o!

Rîtmeke beyabanî ye
li tevna dilê min dide, heftokên zarokên mirî
Bi rengekî rizî û kizirî dirêsim, dilorînim
keskesoran ji warên wan ên hedimî re
Lê ku bi navê te hişîyar nebe asîman
Lêgerîna pirsekê ye
her ku ez kirasê axê li xwe dikim

Mamê Min o!

Dengê etarekî ye dîrok
li bêjinga bayê bindestîya min a 30 sal an dikeve
Sifreyeke mêrxasîyê ye
Heke kerem bikim ji destûra te
Baş pê dizanim, rengekî Kawayî ye

Mamê Min o!

Ji du quriş û nîvê welatperwerîya xwe
peyvên te ye
wekî çaplîyekê diavêjim ser milê risteyan
heta destê sibehê
li hebûna xwe ya kavilkirî girê didim
Naxwazim yek jê bifilite

Mamê Min o!

Radibim ji gora kerba xwe
wekî şûrekî ku li sayîtîya xwe mikur bê
û destê xwe li birînê dişidînim
Ji bo ku darên hêvîyê bi bayên te bihejin

Mamê Min o!

Ku emrê min ji destên jîyanê bifilite û bikeve
di windabûna xwe de
lêgerîna hebûnê qe nebe bila bi qasî
peşkên baranê dilsoz be

Mamê Min o!

Dûr in bi qasî hezkirineke bêbinî
Lê me bi çavên xwe dît
çawa mirin
nevîyên te bûn
û çawa… ji baxçeyê gulîstanê re dibarîyan
û ji qîyameta biharan re dişewitîn
Her yek ji stêran re bûne zava
Li ser mîrata te diçirûsin niha

Mamê Min o!

Her zindanî
ji te asoyan didize û li xwe dipêçe
û xwe bera binê deyndarîya derengîyê dide
Lê pê dikeve agirekî Kardoxî
Di paxila çîyayan de olan dide
Zarokên te ên sor î qemer
Gewher in… dîdar in
Va ye
şer… qewimîye şer
Her yek diherikin di çavên şevên xemgînîyê de
Ji xwînê kumêt in dibin hine ji axê re
gor... bi gor
û rakirine ala dilê te yê ku
ji dost û dujminan re rastgo

Mamê Min o!

Heke çeperên me bêrih û rewa bibe
Reqseke kihêlî ye di qada şer de
Mertalekî Derwêşî ye
Xweşmêrên te
ji çar alîyan bang dike
rast e, wê ne dûr e be, azadî bi navê te

Mamê Min o!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê