A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Li Vegeran Ma
69 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Li Vegeran Ma

"Dev li çûyina xwe ya hatinekê ke
Bila bi bêrîkirinên me bihese
Bila çavên birçî di xelatîya hezê de
ji kîsên pênûsê nexwe"

Dema ku bi te, tenêtîya vî bajarî
di cîyê xwe de wekî pelan, bêaramîya xwe li dil biqîre
strana ku bi dehan qufilan, devê wê hatibû dadan
dibe teqîneke xwekujîyê, di vîna berbanga min de

û ew çavên li rê, disincire wekî sêleke sor
Her rabirdûyên ku di xapa demjimêran de
bejn û bala rojên winda, di awêneya zemên de diderizîne
û dixemilîne bûka baranê, di paceya zavatîya dîdarîyê de
Lê li vegeran, heta niha qet nebarîyaye navê te

Wekî dasekê bêfikar
şev û rojên min ji bîrawerîyan re biçine
û dayîne kulîna êşên ku di destên bêxewîyê de
da ku, bila bibe di mihraba te de mêvanê doza işqê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê