A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Kirasê Dînan e Helbestên Min
151 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Kirasê Dînan e Helbestên Min

"Bi ramûsanên êvarî re, êşên min meşîyan
û ê ku di bextê te de, ji agirê xwe şanaz, ez im."

Min ê, di destên her demsalan de
sirûda payîza te li xwe kira
Li kolanên qebraxên ku her kêfxweşîyên me
li nexweşîyekê mar dikir
Lê ez wekî dînekî ku doxîna wî vekirî û bêxem
xwezî karîbûma
bimeşîyama
bihatama
û tenê ji birçîbûna zikê xwe re bigirîyama

Min ê, raxista welatek ji awirên te
ku min, bihejanda, biloranda, bimijanda
Lê çima îro, dengê min giran e?
û çavên min, di hêtên gerdûnê de
wekî bizmarekî ku bêwate di cîyê xwe de dima?

Min ê, semayên xwe, bi dilşadî pê xistana, ji agiran cuda
Heta ku ji min dûxana te ya hatinê bihata hildan
Lê zimanê min di devê qereçîyekê de, dibe carisî
û li min vedigere, dibe girî

Min ê, derî û şibekeyên, warên ku terka te kirî
li gîyanê xwe bifitilanda
û li xwe vegeranda
Lê tûj dibûn, ewrên ku pala xwe didan çîyayan
Te digot qey, ew ê bi ser min de verişin
Ew jî diêşin, bi qasî min

Min ê, çavên ku bi çûyina te ketî
Bikira rûbarê hetikandina vî bajarî
Ev bajar!
Wekî garaneke gadayî û bi têra xwe beradayî
Wê min wekî qerpotekî, li şûna xwe daweşîne

Min ê, xwe bikira birîna xwe ya derbê
Her qîrînek, min ji werzeyan dibe
Ji kuştina masîyên golên xeniqî
û devê min dibû
asîmanê ku tu lê dibû mêvanê asoyên min î
ji şevan re kuştî ê bihevşabûnan
û dibû civîkên ku ji nêçîra evîndarîyên xwe yî xeyîdî
li darbesta çavên min
dibû koçbereke ku qet nikarim
navê wê bînim ser zimanê xwe
Helbestên din ên Helbestvanî/ê