A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Ji Êşê Re Çend Peşk Hibir
60 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Ji Êşê Re Çend Peşk Hibir

"Heke ev çûyîna te li vegeran bimîne
tu yê li min kuştinan bixemilînî"

Salên xwe xistiye pê, bi gavên pir giran
Pê hisîyam kosî warê xwe bi xwe re nagerîne tu caran
Tenê zarokatîya min bû, dialiqî bi qirşê xewnan, wekî potan
Belê êdî ne zarok im, xulamtîya xwe dawdişînim ji çavan
Guherîneke di kovanîya dembiharan de diçikîyan
Temaşeyî jihevfilitandina rehê min ê ji te mayî
rizîyayî û beravêtîyê salan dike

Ax! De îcar
xuya dibe rûpelekî ji dil hatiye çirandin
ji lênûska rabirdûyê mayî, bêîman
û gîyanê min wekî gîhayê li ber devê bageran
bi cizba senfonîya xizanîya xwe tê dadan
Bar û berateya min e, berevajîyê wê tune ye
Tu êdî ne ew ê ku ji şevên min re dibû mêvan
Ez im ê ku li kolîpoşmanîya xwe rûniştime bitofan
Pê dizanim êdî tu jinebîyeke ji qewman hatiye qewirandin
Lê tu her wekî apoletekî zêrîn î
li ser milê zilamtîya min hatiye veniştin
û li cîyê êş ê xunavîya kerba te mayî
radizêm di sura bayên te de bi rojan
Min xwe ji bîr kir li sîya te
Kela dilê min bû, rabû ser pîyan
Erê... kêm zêde ji kavilê navê min re tu mayî
û wêneyê asîmanê min şolî dibe
dema ku li rûyê te keve baran
ji rehma bajarekî bêyezdan
Berbanga tilaqavêtinê ye himetdarîyên ji rojên xemsar
Wekî bayên no radipelike bo dotina ewran
Wekî kerîyên ku tirsa guran têkeve nava wan
Hey! Ez ê xwe bi xezebekê biavêjim bextan
Hey! Miradê min e, di qirika min de maye bi salan
Tenê, bila li min ke cilê vegeran
Wê çaxê ez ê biherikim ji çavên te
wekî du rûbarên hibran
Li min neke xeman!
Li min neke heyran!
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê