A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Ji Dilopek Agir Fêrî Xwe Bûm
120 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Ji Dilopek Agir Fêrî Xwe Bûm

"Min hincetên xwe yên li ber tifika bendemanê
bi tenîya demsalan dîyarî baranên biharan kir"

Dema mirin di min de dimîne çarînek
hilma baranê çawa dibe ku di min de
kevzîya bêaramîyekê dinûse
Rojên ji qetan wer hatiye qewirandin
Gera baranê hilawistî ye
û dicivand, gernasîya pûşên derengîyê
Paldan ji karê kê tê veqetandin dema ku disincire ax
Jîndarîyek sekinîye bi barên xwe yên ji destên zarokekî
û nepenîya jê bi wê de tir
Ar di qolincên şeva min a xemgînîya sîsirkan de vala ditehime
Jan ji wê dera han
ber bi min dibe
Hey lo!
Li xwe dadigirim
Ji jehrekê qedehek mirin mîrat maye
Ne nîvçemirinek e, haa!
Vala naçe darbestên min
Li tenişta pergaleke derizokî di kevîyên demjimêran de
Ez ew ê ku li ser kursîya xwe ya, ne asayî rûniştime
Ji bilindteqînekê hişîyar dibim
Di min de, ba ditewe
Demsal dihele
û çawa ez û ez
wekî xwînê di rûpelan de
sor î sor
nû ji şerekî veqeketîyayî û qilêrî
nikarim paqij binivîsim
Parîkek êş ji birçîbûna min re kul e
çi car bi zûhatîya xwe têr nexeniqîme
û Ji zimanê êşê re, bihişt kîşwereke rêpêneketî
ewandineke dêris e
Helbestên din ên Helbestvanî/ê