A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Jarê
153 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Jarê

"Piştî çûyîna te
li sêdarên bêrîkirinê tenê çavên min diperpitî"

Nezan im ji bayên bablîsokan
Wekî kemanên şîzofrenî li ba dibim
Diqurmiçim di rehên jarê de
Qehrên meyandî vedixwim di zikata taldeya te de
Carisîyên nemayî didim ji xwedayên xurifî re
Ti bi rondikên asoyên xwe dikî
Bijankên xwe ji êvara derîşikestî re negire
Ez dizanim pakîya te di cîyê xwe de
ji westîyayîyan westîyayîtir
û ji zelalîya te tên qewirandin, avên te lê vexwar
Sersaxîya çawakirina xumîna tewafa paxilên te
ji baranê zûtir
û qulmişkên kerbê
di berbanga şolîbûna hêsrên te de dixeniqin
Darên dûr hilma te jê diweşin
Nifirên niviştên sêqozîk di sînga me de diteliqin
Lê ez dizanim Jarê
Semawendê tazîtîya ayetên te me
rûpel bi rûpel
û bi cizba mêtina lêvên te ketime
bi xwe ketime
û Jarê her dem navê te yî kelogirî
barên hêstiran li pişta min dike
Di kaşên çavên te de
marmasîyên tilîyên te
a niha bi şevçiraya heyvê re
gola dilê min dihejîne
Govenda derewan girtiye bi peqokên biharê re
Bûme xizanekî xwelîserê evînê
dînîtîyên xwe vedirşim
Geşta malwêranîya xwe me
Gumana min tune ye
Helbestên din ên Helbestvanî/ê