A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Ezbenî Navê We Dişibe Herikîna Demsalan
120 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Ezbenî Navê We Dişibe Herikîna Demsalan

"Dema ku tu dikevî bîra şeve
ez li te vedigerim bi hibra evînê
Dizanim devê dilê me
wê ne wekî çêlikên beytikan henûn be
ji bo mêtina pêsîrên asîmaneke
ku di dirûvê pîrejinekê de hatiye kemilandin."

Ezbenî!
We her demsal bi destên bayên min girt
Xewneke kûr e
dansa li ser çiqilên we yên ku cîyê şanazî û bextewarîyê
Her çi qas lêvên min ziwa bin jî, ez gorî
Hûn dikarin ji kerema xwe re
pelên xwe yên vê payîzê jî, ji ramûsanan re bikin dîyarî?
Helbestên din ên Helbestvanî/ê