A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Ev Der Sar e
180 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Ev Der Sar e

"We li berîya dilê min, bezand hespên ewr-î-boz,
çawa baranên we yê teriqî, ew ê nalên salan
di rûpelan de bike rûbar?"

Parzemînekê ji nermînîya pêyên bagerên westîyayî
şop bi şop dijmêrim,
Di deltaya gîyanên xwe yên ji otopsîyên koçberîya her cureyên
ku ji dil hatiye weşandin û dilweşandin.
Li wir ketineke derizokî me, bi ser xwe de dibarim
qasî ku bi ser xwe de helbestvan
Lê êdî Xwedê jî ji xwedatîya xwe aciz e
Tu dizanî
Ev der, sar e, sar
Hûn ê ji wan bayên min
çend nameyan ji gulîyên xwe yê êvarî re bihûnin
tu yê ji hezê bifikirî
ku ez ê tê de destên xwe dirêjî baxên te bikim
Gulîyên te ye, di devê şevê re xwe berdaye bîra min
Tu dizanî
Ev der, sar e, sar
çawa niqirîskên min ên ku di zarokatîya min de
ji olanan re maye
Tu yê gelek tiştan
helbet di defa sînga min de asê bikî
û tu yê kêm zêde gotinên ji devên stêrkan veqetîyayî
ji min re bibêjî
Lê asîman têra min nake
Tu dizanî
Ev der sar e, sar
Ez xwedîtîyê li gerdûnê dikim
Ax ku ji te be, baran çawa dîn nebe
Demsalên min deyîndarê şevên te ne
Dara dil e, di hêvîyê de şikestî dimîne
çûyîna te yê her di bîra min de
wekî kerîyên xezalan bi cizba çêrîna stêrkan bike
Ji sermayê nepirse
Ew her strana mirinê ye
dibêje û bêrîkirinê dirêse
Ez bi risteyên xwe mirîyê jinekê û jînê me
ku di destên te de tî û bêwar
Destên min belengazê destên te ne her êvar
û di paxila xwe de valahîyê dijmêrim
Warên min êdî bûye çîrokeke kevnar
Tu dizanî
Ev der, sar e, sar
Helbestên din ên Helbestvanî/ê