A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Êdî Tu Berken Bereh î
148 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Êdî Tu Berken Bereh î

"Reşayîya şevê dema ku hêsirên xwe,
bi rûpelên heyvê paqij kir,
min gurzek hest di kefa sînga xwe de,
ji bo asîmanên Berken Bereh bi firê xist."

Rûbareke li ber derîyê fetisandina xwe, bi kulmek av
xemfiroşîya welatekî, li te dada
û lehîyek êş di sînga te de, bir xwarê
Êdî tu
bi çar dojehan birîndar î
Êdî tu
bi ramûsnên zarokên xwe yên mirî Xemistan î
Êdî tu
ji demsalan re, nameyeke zindanî yî
Êdî tu
di kemînekê de, pêşmergeyekî 16 salî yî
Êdî tu
pênûseke siwarê xemgînîya dayikan î
di qada reş û sipîyan de
Êdî tu
di axa welatê xwe de tov
di gîyanê me de xunavîya dilxweşîyê yî
û êdî tu
di paxila sêdaran de
helbestvan î!
Helbestvan!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê