A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Di Lehîyên Te De Hêsirên Min Tefîyan
140 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Di Lehîyên Te De Hêsirên Min Tefîyan

"Zirze dibe bedewîyên baldanekê, di milêva sînga min de
Difetise ramûsanên derengîyê
vê sibehê di nikulên katjimêrên birçî de"

Di werzeyîya derûnîya xemsiwarîyê de
êdî nîvên şevan ji laşê min vediciniqîn
û şerabî ye asîmanên serxweşîyê
Dinisilî gerdûna min a terxanbûyî li ber teşîyekê
Tav di dêranîya reşgirêdanekê de, xwe diavêje bextê stranên bê
Roj ji kela xwe dikeve û derîyên xwe digire ji wê inkarîyê re
Di destê gerdûnê de heyv û stêrk dimîne
Hişê min di paxila şevê de, wekî bizotên êgir li hev du dikeve
Ez ê evdal î kor
Dihedimim di herikîna kanîyên te de
li valahîya xwe vedigerim
tî û miçiqî
Qulingên min î barîte serjêkirî
dawerivî sîxikên axa kezebreşîyan dibe
Fitil fitil têne xwarê, ji kirasê mijê
Pîneyên xesandina gavên bêşop
Ji jimara derheşîyên xwe dipirsim
Ji wê
Wer… dereng dimînim
Helbestên din ên Helbestvanî/ê