A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Darên Min Her Stûxwar In Ji Bageran
149 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Darên Min Her Stûxwar In Ji Bageran

"Ez bi dengên çivîkan navan li te dikim
ên ku îro di asîmanên çavên te de difirin
ên ku îro li kenên te dilûsin."

Ew gotinên ku bi zimanê zordarîya gerdûnê ve zeliqîye
Pîkolîya hetikandina mirovan bi xwe ye
Hil dike hebûna xwe ya henûn ji kokê de
û ji ricmkirinan re dihêle Yezdanê hundirê xwe
Lê qet nizanim
Ez ê te bi xwe re ji kîjan neheqîya neqeban re
bikim tûrek ji Xwedê
û bi stûyê jana xwe ve bi dar de kim
Wekî kûçikekî ku kevir li newqê ketibe
ji birînên xwe re, belengazîyê dialêse
Bi dengekî kulek reşêşkên baranên min ji xwe re vedixwin
û dadigerînin ji bo guhdarkirina bîranînan
Ez ê ji kîjan asîmanan re mohra navê te yê beyar
di cotkirina xizanîya xwe de biqelêşim
Ez ê kîjan pênûsa ku di pistepista şevê de
wekî ga û gamêşan di mejîyê min de didin lotan
ji dînîtîya xwe re bi devekî eşkere bibêjim
Wekî di dergûşa xwe de hêl bibe
Bayên ku lorandina xwe ji bêdêtîya xwe re
bimêje ji pêsîrên ewran
Ez ê jî bêdengîya xwe bimêjim
ji vejîneke ku wekî mezelekî tê vedan
û êdî pêyên dengê min, ne digihîne erdan û ne jî erşan
Li gopalê dilekî digerim ji bo sipartina êşan
Helbestên din ên Helbestvanî/ê