A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîtan Şareza - Çima Ez?
240 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîtan Şareza - Çima Ez?

"Her helbestkar bi kêra şevekê û bi kêrî şevekê,
wekî marên birîndar diçin qula xewnan."

çima ez?

Ew helbestvanê ku di janên qusîyayî de
qemerîyên devdelingê êvarekê
dike bizot ji laşên qaxizê re
Domdarîya dabeşkirinê ye ji himbêzan, awirên te
Lê dîsa jî palgeh e ji zayînê re
Parîkî li bêkesîya xwe vediciniqim
û guhên min li kîjan banê çemên te be
xeweke bêxewn dikurisîne
Vîna ku bi min re ji kîjan kêra dîrokê kotir diewte
Bi ramûsanên pezkovîyan re dibihîzim... û dibezim
li nav rûyên erdnîgarîya xwe dikevim
dirijim û nema bêm dirûn
û payîz li kulîyên berfa min a kulek siwar dibe
li ber tofana çavên min

çima ez? çima ez?
çima ez?
Ew helbestvanê ku di qirika asoyê de bêbîn û matmayî
Zû ditewin di kortên min de roj
û bayên ji dola biharê pelên min di çemên ewran de
radestî lehîyên te dikin
û bi laşekî şivtîtazî
zû diwelidim
zû... pir zû
çima ez? çima ez?
çima ez?
Ew helbestvanê ku di bêjinga asîmanekî birçî û xizan de
xwe bi rondikên komkujîyê ziwa dike
û ez bi taya xelatîya xwe, bi toretî mat-miçiqî me
Simbilên e, bi kezîyên te ve dihûnim
Lêvên axa min a qelişî û ziman jêkirî
û asîman bi barên xwe ên giran daqûlî
welatekî ku li bejna jinekê hatiye dirûtin
bîna daristanan û ji gotinên axê re mêvan e
û xwe ji tîna xarî wê dike

çima ez? çima ez?
çima ez?
Ew helbestvanê ku di himbêza xwe de
kelekên behrên xwe windakirî
Kardoxeke dilrêj im di şewata okyanûsên xwe de
çavên masîyên xwe ên biriqok û laşên mercanî radimûsim
Ji valayîya laşê xwe direvim
Dengê min di nav bêdengîyekê de
tenê û zengarî dizûre
û tenê bi dilopekê difetisim
Her helbest navekî li mirina min dike
çima ez? çima ez?
çima ez?
Helbestên din ên Helbestvanî/ê