A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mistefa Begê Kurdî - Seday Semtûr e
78 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mistefa Begê Kurdî - Seday Semtûr e

Seday¹ semtûr² e kellem³ germ e em şew⁴
Çirîkey bangî dill bê şerm e em şew

Be naxun⁵ karî Ferhad dê le destim
Weha şahûl⁶ e sînem⁷ nerm e em şew

Le tenhayî be yadî rohî Mecnûn⁸
Xeyallî geştî deşt û derme em şew

Xubarî⁹ xakî Wamîq¹⁰ ger Beheşt e
Ke qapî¹¹ to sebûrî¹² derme em şew

Le ser rû¹³m zamî¹⁴ naxûn nexşî toy best
Temay sin’atekey Azer¹⁵ me em şew

Le dewrî şem¹⁶ gerra Perwane¹⁷ nakam
Le ser rêy wesllî¹⁸ to rehber me em şew

Eger çî yar û yawer¹⁹ bûn be duşmîn
Xemî bê yarî bû yawer me em şew

Ke çunke boy²⁰ wîsalî toy têda ye
Nesîmî²¹ subh²² xeber awer me em şew

Ser im şorî²³ wîsalî kewt e ser baz²⁴
Dîsan Kurdî ke derdî ser me²⁵ em şew

1 Seda: Deng, awaz
2 Semtûr: Amûrekî muzîkê ye
3 Kelle: Serî
4 Em şew: Ev şev
5 Naxun: Nînok, neynik, neynok
6 Şahûl: Sitûn, şaqûl, keresteyekî xanî dirûstkirine
7 Sîne: Sîng
8 Mecnûn: Mebest ji Mecnûnê dilberê Leylayê
9 Xubar: Toz
10 Wamîq: Dilbera Ezra
11 Qap: Nig, ling, pê
12 Sebûrî: Hedarî, aramî, hêminî
13 Rû: Rûxsar
14 Zam: Birîn
15 Azer: Bavê hezretî Îbrahîm. Sin‘eteke Azer senem û pût çêkirin bû.
16 Şem: Mûm, çira, lampe
17 Penvane: Teyreke biçuke. ‘Aşiqê ronahî û çirayê ye.
18 Wesll: Wîsal, gehîştin
19 Yawer: Yar, alîkar, havdem, piştevan
20 Boy: Bên
21 Nesîm: Bayê serê sibê
22 Subh: Sibeh, beyan
23 Şor: Sewda, eşq, arezû
24 Baz: Navê teyrekî ye.
25 Ser me: Serê min e

*Çavkanî: Hêmîn Omar
*Deşîfrasyon: R.Xendekî