A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mistefa Begê Kurdî - Rengigull Dana
83 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mistefa Begê Kurdî - Rengigull Dana

Rengî gull jana¹ Wekû ruxsareket² rengîn nîye
Şekkerî mîsrî wekû guftareket³ şîrîn nîye

Ehlî⁴ Çîn⁵ neqqaşî⁶ çak in xo, bellan⁷ teswîrî⁸ to
Neqşî xamey Kirdigar9 e, karî westay Çîn nîye

Men'î¹⁰ min ‘emden deka exyarî gewc yaxo ker e?
Talîbî pûş û gîya, coyay gull û Nesrîn¹² nîye

Mentîq¹³im tey kird¹⁴ be ehwalatî terîxî şewe
Hîç wekû 'eşq balsî¹⁵ can ya mayey jîn nîye

Min ke kuştey tîxîeşq im rojî dîwanî ceza
Bo çî şahîd bênim? Axir¹⁶ berge kem xwênîn nîye?

Meşqî¹⁷ Mensûr e le wextî kuştinîşda pêkenîn
Arê beşq¹⁸î ‘eşq e ‘aşiq, ser be buxz û kîn nîye

Min ke rîswa¹⁹ bûm û tepllî ‘aşqîm lêdaîtir “Kurdî”
Hîç perway²⁰ dil û saman û can û dîn nîye

1 Jana: Ey riha min, ey canê min
2 Ruxsareket: Rûyê te
3 Guftar: Axaftin xweşik
4 Ehlî: Xelkê
5 Çîn: Welatê çîn
6 Neqqaş: Ew kesê ku resm û nexşan çêdike.
7 Bellan: Emma, belam, lê belê
8 Teswîr: Şêwe, şekil
9 Kirdigar: Xwedê
10 Men’: Rêlêgirtin
Coya: Arezûmend
12 Nesrîn: Cûreyekî gul e
13 Mentîq: Zansta mentîq
14 Tey kird: Kurt Kir, fêm kir, derik kir
15 Ba’îs: Ho, sebeb
16 Axir: Îdî, nîhayet
17 Meşq: Mijûlbûna ji bo hînbûna karekî
18 Beşq: pîrozî, heqqî
19 Rîswa: Bêheya
20 Perwa: Tirs, bak, endîşe, xof

*Çavkanî: Hêmîn Omar
*Deşîfrasyon: R.Xendekî