A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mistefa Begê Kurdî - Eger Meylit Le Dill Derkem
100 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mistefa Begê Kurdî - Eger Meylit Le Dill Derkem

Eger meylit le dill derkem? Xerîbî koyî dillber bim
Weger satê le yadim çî? Hîlakî jehrî ejder¹ bim

Be xeyrez² boseyî³ çawit eger qesdî⁴ wîsalit kem
Be şu’leyi qehrî⁵ tu ya Reb serapa⁶ mîslî exger bim

Eger yek lehze sistt kern le jêr barî xemî ‘eşqit
Be mîslî pencere qurban be ten⁷ sûraxî⁸ xeneer tim

Le ser te’rîfî⁹ egrîcet eger bêm wesfî kakoll¹⁰ kem
Be zerbî¹¹ tîxî ebroy to emin¹² meqtûlî¹³ bê ser bim

Eger yek lemhe¹⁴ xafill bim le şu’ley mahî ruxsarit
Le heşra bê nesîbî¹⁵ cennet û rûbarî Kewser¹⁶ bim

Gedayî¹⁷ koyî¹⁸ canane be şahîy ‘alemî nadem
Gedayî xoştir e bo min le şahî, ger muxeyyer bim

Erê yaran! Billa “Kurdî" le botey¹⁹ fîrqeta²⁰ yek car
Xulase²¹ û bê xeş²² û, meqbûlî²³ ‘alem qaltirîn zerr²⁴ bim

1 Ejder: Ejderha, ezya, marê mezin
2 Be xeyrez: Bi xeynê wî, xeyr ji wî
3 Bûse: Maçkirin
4 Qesd: Niyet, niyaz, mebest, xwestin
5 Qehr: Kîn
6 Serapa: Ji ser heta pê
7 Ten: Leş, beden
8 Sûrax: Kun, qul
9 Te’rîf: Danasîn, nasandin
10 Kakoll: Perçem. Ango zulfe zilaman
11 Zerb: Derb, lêxistin
12 Emin: Min, ez
13 Meqtûl: Ê ku hatiye kuştin, kujraw
14 Yek lemhe: Yek lehze
15 Nesîb: Beş, pişik
16 Kewser: Navê rûbarekî ye di beheştê de
17 Geda: Kole, bende, hejar, feqîr
18 Koyî: Baregah, menzil, meqam
19 Bote: Qalib
20 Fîrqeta: Dabiran, cudabûn, destjêberdan
21 Xulase: Pûxte, kurte
22 Bê xeş: Bêqirêj, temîz, paqij
23 Meqbûll: Tiştê ku tê qebulkirin
24 Zerr: Zêr, altûn

*Çavkanî: Hêmîn Omar
*Deşîfrasyon: R.Xendekî