A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Miraz Ronî - Giliya Kurd Bi Kurdistan
154 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Miraz Ronî - Giliya Kurd Bi Kurdistan

Tu bûyî Zîn Zîn`a Zêdan
Te ez kirim Mem`ê Alan
Nemerd bûn Beko`yê Ewan
Wan te ji min, min ji te kir

Bê te nexweşim bêhal im
Bi evîna te dinalim
Heliyame post çermetal im
Sedem ku min his ji te kir

Bo te şandim sed xazgînî
Minra kes nanî mizgînî
Kî hat gote min tu dînî
Herek kulek li min vekir

Wa jar nebûm li tu wexta
Bûm ji tac û bûm ji texta
Ez ketim tora bêbexta
şer û îsyan fayde nekir

Bes ji zindan min derînin
Zû Bozê Rewan bişînin
lez loqman li min bighînin
hêj ku axa reş min nebir

Gelo dilsoj kesek nîne?
şûr ji kalan bikêşîne
Lêxe heyfa me hilîne
Ta ku xwînê cendeka bir