A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Miradê Miradan - Şûnwarnasek im Li Erdnîgara Rûyê Te
143 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Miradê Miradan - Şûnwarnasek im Li Erdnîgara Rûyê Te

I

robarek ji enîya te ber bi zenîya te ve diherike
û dirije nav deryaya paşila te
belkî Dîjle be belkî Ferat belkî jî ne her du
hawîrdor bihuşt e

di qeyîkek ji serdema navîn mayî de
diherikim li ser erdnîgara rûyê te
hawîrdor dîrok e
dema di naqeba birhan re derbas dibim
hêlek Mezopotamya ye, destpêka jîyana dêmatî
hêlek Anatolya, xaka şaristanîyên dêrîn

dema qeyîk berjêr ve diherike
çîyayekî bejinaza serî hildide
ev der e lûtkeya dinê, ev der Everest e
dinya tev li ber lingên min raxistîye
hawîrdor dixuye
tu, bi her derên xwe dixuyî
û teyba min strana “ez şah im delala min”* lêdide.

li ser erdnîgara rûyê te ez,
erê ez şah im delala min
û wî Pegasûsî di şerê Xwedanan de ji Zeûsî direvînim,
bi şadî ber bi kurahîyên te ve dibezînim


II

ji wir diherikim berîya rûyê te
ev der qet xerîb nîne ji min re
hawîrdor werz û rez, zevî û pez
erê ev der berîya Mêrdînê ye

berîya Mêrdînê berîyeke dûz e
keleha Mêrdînê, hê jî nobedar e
xas e axa wê, kevirê wê hiner e
Qesra Qelendera hê jî li şêmûg e.
ne berî ye, behreke venedîtî ye.

Mêrdîn giravek e, di ortê re hilaye

Qoser e lê, li binîya çîyayê Mêrdînê
dil daye wê bejnê, hûr hûr govendê digerîne
û Siltan Şêxmûs,
meta min bo zaroyekî
heft caran xwe avêt bextê wê zîyaretê
lê şêx guh nedayê, nebû dê

û tu Sêbîna min, Çemê Bunisra ez im
li Weysîkê, peya hatim siwar diçim
di dolmîşeke çavlixew de
li binîya Kaşê Mohris, ber bi gund ve
bêhna mastên Pîra Sor ez im

pîrê! mala me ne li serê wî girî ye hê
tu bê û nebînî, hawara xwe bigihîne melê
bila ba bike b’sê dengan: gellîîî gundîyan!
ew ê nîşanî te bidin mala me ya l’ber rê

çîyayê Mêrdînê serê xwe bitewîne!
aniha dixuye Midyad,
li zozana Tor Abdîn, xelwetxana Mar Gabriel
doteke siryanî rêsîyan dirêse

êrê em kirîvê hev in kirîvê, de bîne wê şeravê!
biferme em binoşin li şaneşînê,
li ber dengê lîlîna vê naqosê


ji hêla din Qamislo destê xwe li ba dike
min te ji bîr nekir lo, silav Qamişlo!
bajarê ku lambên wê êvaran
mîna ku stêrkên milyonsalî bin diberiqin

hindik xwezî min bi te neanîn
çaxa ku li Nisêbînê ceyran diçû (hê jî diçe)
û em di tarîtîyeke kor de neçar diman

lê tu hê jî bêxem diberiqî Qamişlokê
min tu carî gav neavête axa te, lê
zarokîya min bê şêx û meleyên te nabe

rûyê te erdnîgara bajarên qedîm,
mîna Qamişlo rewneq, mîna Mêrdînê şîn.
rûyê te rêya hevrîşim û ez
şûnwarnasek im li erdnîgara rûyê te


III

îstgeha dawî lêvên te ne
niha li wir im
bêhneke egzotîk ji derdor difûre
li hawîrdor darqehwe hene
û dibe ku ev der parzemîna Efrîqa be
erê ev der Habeş e
û ew şivanê ku dibêjin bizinên wî
qehwe keşf kirine jî ez im
va ye dibêjim, ew şivan ez im
û darqehwe yekem car li lêvên te bişkuvîn

*Ji pirtûka Radîşo, Weşanên Şor, 2019
*Bi destûra nivîskarî ye.