A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Miradê Miradan - Radîşo
229 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Miradê Miradan - Radîşo

I

sê dar hene li ber sêdarê: hinar, hejîr, hirmî
ji daran darhinar e, ji hinaran hinara radîşo
ji ber ku him tirş e, him jî şîrîn, destê xwe jê meşo
mîna evînê, mîna birînê, mîna jîyînê.

(dest pê dikim bi navê evînê )

‘ewilî min divê kaxizek û çav li pişta te ye
kêlîya “pişka min dibe pişta te”
naxwazim binivîsim, lew dil hulhulî ye,
dixwazim biramîsim, lew dil delodîn e.

II
evîn, qolinc e, xwe diavêje dil û mil
illeh di qesta vê şiîrê de tu jî heyî, çavên te bi kil
difikirim, dinivîsim mesele dîse tê ser lêvên te:

ax ji lêvên te, av ji lêvên te
di mista min de deqek, direfşa lêvên te
di nav lêvên min de, zîl didin lêvên te.

lêvên te şîregerm
lêvên te radîşo

firinde karûbarê koça mezin dikin
gelek çîya, gelek zerya li ber fira xwe dihêlin,
tavilê berê xwe didin têhna porê te:

îstgeha bihuştî ye porê te
evîn berbisk e li porê te,
vîn baskokirî ye li nav porê te

porê te zerketav
porê te radîşo


III
birîn, qolinc e, xwe diavêje dil û mil
birîn ku ber bi başîyê ve diçe xwera wê şîrîn e
lê çermê wê hîn zîz e
birîn şîrîn e -ax çi nestêle ye

lê belê xwera zêde dîse birîn e
‘edap jê diniqute, ava wê tirş e
çermê wê hey bixwîn e
birîn tirş e, -wax çi mîratek e

IV
jîyîn, qolinc e, xwe diavêje dil û mil
pêtala di dest mişextekî de ye dibeze
asûde asûde diherike carinan
carinan jî dijûne şev û roja te

ko çi be jî jîyîn şîrîn e mirin mirarî ye
bo jîyînê tu ji tiştina venagere:
-mîna evînê, mîna birînê

V
evîn, di dil de narincok,
tim li benda kişandina pîma xwe ye
birîn, b’ hebûnê re dost, bi xwê û xwelîyê naqele
jîyîn, ji wexta ku destpêkirîye vir ve evînek e
ji wexta ku destpêkirîye vir ve birînek e

*Ji pirtûka Radîşo, Weşanên Şor, 2019
*Bi destûra nivîskarî ye.