A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîna - Bend 2 (Kes Niye Îro Xeber Kit)
131 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîna - Bend 2 (Kes Niye Îro Xeber Kit)

kes nîye îro xeber kit xizm û xemxwarên di min
da di hewara me bên yar û wefadarên di min
min nevêt kesê bizanit xeyrî sirrdarên di min
her kes îro bibînit çeşm û xubarên di min
ew dizanit nukteyê wan qewl û goftarên di min

mezhebê eşqê qedîm e kî dişêt te`wîl bike?
her kesê lê bipêçî gerdenî şêr pil bike
lew beyana wê hedîsê cahilek mucmel bike
dê bikin pîrê xerabatê meger ew hel bike
wa’iz û muftî nizanin beyt û eş`arên di min

............ min ditin xeraman çûne mal
............... yiman xuş xuşim hatin vebal
................................ le bi vvan hesb hal
....................................... esraran betal
...................... ye warên di min

hûn werin xelqo li dû min şehrezayê cade yim
salikê rahê heqîqet peyrewê dilsade yim
meyxur û mest im meger meddahê esilzade yim
ez ku îro serxoş im xelqo ne mestê bade yim
kes nizanit wê sirrê îlla meger yarên di min

ew ewê sirrê dixanit ê ku yarê kuştî bit
yan bi xûna wan hebîban dest û bazû riştî bit
yan xo seylaba cinûnî eql û dîn ramiştî bit
yan meger yek ser bi badê dest li ‘eqlî şûştî bit
werne her ‘aqil nihin waqif bi esrarên di min

........................................
........................................
.................................... zi xud binê xecel
zahida kurdî riyayî pak bikî ez can û dil
da bibî havalê kurdê koç û koçbarên di min

çend zeman ‘umrim bi xeflet bi yî eşqim rabihar
min penadanî teleb kir çû ji dest min rûzîgar
şukr û minnet paşî wê eşqê di dil da qirar
baxêk’im çêkird ji esrarên di eşqê mêwedar
darê tûbayê dibêm şaxêk le wan darên di min

baxêk’im çêkir li erkanên di eşqê pir usûl
daîmen teyr tê dixwînin her bi bang û kûle kûl
her kesê cîranê min bê ta ebed nabit melûl
min bi ustadî le bo wî bilbilî kirdem qebûl
daîmen gul her disojin bax û gulzarên di min
Helbestên din ên Helbestvanî/ê