A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîna - Bend 1 (Metleê Wechê Hebwa Min)
221 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîna - Bend 1 (Metleê Wechê Hebwa Min)

Metle'ê wechê hebîba min ,şefeq jê hate der
Rewneqê da kohê qaf 'alem munewwer bû ji ber
Her kesê wê sa'etê vê ra bi dil bikra nezer
Da mujêtin têk wucûda wî ji pa ta ferqê ser
Lew me dayê îltîfat paşê me jê kirbû hezer
Lew me jê kirbû hezer tirsa'm bisojit ew bi hal

Ew tecellaya cemala sûreta pur xett û xal
Yan ji ber narê firaqa dilberê be'd-el wîsal
Lew newêram ez bibînim dilbera şox û şepal
Man ji bo min hesret û nalîn û efxan û keser

Sed keser min jî di dil nalîn jiber tên bê hîsab
Lew ji ber narê evînê cerg û mêlak bûn kebab
Qet nema bêtin ji sîna xebxebê yek qetre ab
Yan ji hewza gerdena zer bête seylabê hubab
Bêne ser narê dilê min da nesojîtin ceger

Min ceger dasotinê çibkim ku min nayê ji dest
Lew ko serxwoş im ji cama şerbetê roja elest
Hate seyra qametê îlan ji xemrê bûn di mest
Çûme seyra ebleqan wan ejderan qelbê me gest
Dil reva bir dilberê dîsa ji min weqtê seher


Lew seher dil bir ji min bêhed vi'min rabû evîn
Zahirî xeşm û xezeb bû batinî hubb û kenîn
Kes nebû 'alîm bi sirra me li ser rûyê zemîn
Lew ku min "qalûbela" mehbet vi'wê ra bû evîn
Her ji tesnîfê cemalê sed kîtab in min jiber

Min ji ber 'ilmê Cemal e lew dibêjim nukteyan
Min wucûd têk 'ilmê hal e pur ji qewl û sîxeyan
Sefheya lê sad û dal e merkezêd wan nuqteyan
Min dikir bêhed mutale fesl û babêd xemzeyan
Lew mudam her dil bi nal e mehbetê dil kir bi ker

Mehbetê dil mubtela kir mame bê dil ez xerîb
Agirê 'işqê bîna kir pêtiyan da dil 'ecîb
'Eql û me'rîfet reha kir lem'eya husna hebîb
Dilberê cewr û cefa kir lew bi min xoş in reqîb
Heq bi hubbê dil cela kir lew me dil mesrûr e her

Lew me dil mesrûrê hal e daîma jê têt xurûş
Nazika gerden şemal e hate metle' perdepûş
Wê li ser destê peyal e gote min wer mey binûş
Ew meya mexmûr e al e min vexwar ez çûm ji hûş
Lew dilê tê sed melal e geh cehîm e geh seqer

Ew dilê şubhet cehîm e daîma cewşen kelîn
Xemzeyêt yara qedîm e sed xedeng lê dan nihîn
Lew mudam ez pur girî me min qewî têşin birîn
'Eqrebêt ser helq e Mîm e deq li xalêt fulfulîn
Xemrîyên 'ember şemîm e gerdena zer rehguzer

Gerdenazer rehguzar e rêbuwara xemrîyan
Şetrîyû û belg û guhar e hemrefîqêt rêşîyan
Têk û vêkda hatne xwar e sîlsîlên lêk alîyan
Sumbulan girtin kenar e sef vibestin ef'îyan
Ser milan her lê buhar e kesk û şîn û sor û zer


Kesk û şîn û sor zer tên rêşîyû û belg û guhar
Cebhetê sumbul vi'ser tên şubhê cokanan dixwar
Ew digel xalan veşir tên ef'îyan girtin kenar
Ce'deyên eswed di ber tên têk ji bala têne xwar
Daîma weqtê seher tên yangîyan tîr jê bi per

Yangîyan tîr jê dibarin têne qelban rast û çep
Cumle ser pêkan ji nar in pur bi êşan in 'eceb
Wan kemankeş aşîkar in turk û gurcîn û 'ereb
'Aşiqan kovan diyar in lew dinalin bê edeb
Ew elem naên veşarin ger ji 'eynan bêt eser

Pur eser kir wan 'uyûnan lew de'îf û zer kirim
Ma bi şimşîrê firaqê kuştim û ker ker kirim
Ez di çara hîcr û hîrmana evînê wer kirim
Bê dil û sem' û beser hêlam û çû ebter kirim
Mam di tora dûwiyê wer bûm neşim jê biçme der

Ez neşim xelqo rehab im lew qewî heyran im ez
Bendê şebrengîn dihobim kuştîyê 'eynan im ez
Mam di medhêt wan sifatan bulbulê xweşxwan im ez
Serxweş û mest û xerab û bê ser û derman im ez
Dilbera ebrû keman dil daye ber tîra qecer

Min nema dil ya îlahî her tu min rezgar bikî
Min ji bada 'işq û şewqê serxweş û huşyar bikî
Min fîdaya xakê paya Ehmedê Muxtar bikî
Hem di nêva asîtana Mustefa şadar bikî
Da ku Mîna şubhê Qitmîrê bibête xakê der

*Serastkirin: Qedrî Sîpranî
*Ji Keşkula Mela Hîlmî Qoxî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê