A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîkaêlê Reşîd - Hisret
272 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîkaêlê Reşîd - Hisret

Tu xanima min,
Porzêrîna min û delala min,
Tu hîna dûrî,
Gelekî dûrî.
Tenê bim, yanê nava meriva,
Malê bim, yanê cîkî din, derva,
Tu merkeza dil û fikarê min,
Bêy te ez melûl, feqîrim, hemin.

Êvara dertêm tenê digerim,
Kuda jî herim,
Dîna xwe didim li erşê ezmîn,
Çawa yekî dîn
Dixwezim steyrê dûrva qisekim,
Dilê xwe vekim
Û hisreta xwe wanara bêjim,
Ku bêy te gêjim.
Axir steyrê geş ji ezmanê dûr,
Ze’f zelal û kûr,
Him min dibînin vir, Ûrisêtê-

Nav berfa bestê,
Him te dibînin li cenûba geş,
War û miskenê kulîlkê bînxweş,
Dikarin cabê bidine dilê min,
Ka tu çi dikî vê demê bêy min,

Dîsa dixwezim xeberdim, bêjim,
Lê tişt nabêjim.
Ewra girtîye wa r’yê ezmîn
Û ez nabînim ne steyr û ne hîv.

Û tenê wexta ez xewra diçim,
Nava xewneda ez te dibînim,
Te, xanima min,
Porzêrîna min,
Heval, dosta min,
Kulfet, çara min,
Pişt-stara min,
Dinya dilê min,
Û dayka herdu şemal zarê min.

1963
ji We'de-Pencere-Mitale, Weşanxaneya Belkî