A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîkaêlê Reşîd - Her Kê Destê Min Da Be
152 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîkaêlê Reşîd - Her Kê Destê Min Da Be

Herkê ew şuxul destê mindabe,
Dest nalerize û dil rehm nabe,
Ezê wan gişka, kê şer dixwezin,
Hildim û bikim firindê mezin,
Bifirim ezman û dewsa bomba
Jorda bavêjim celata, zorba,
Ê ber hêsîrê zarkonga ker bûn,
Ça gurê birçî, ça gurê devxûn,
Kê ku derd-kulê daykê dinyaê
Boy xwe kiribûn kanînga şaê
Û boy kîjana xûna meriva
Dibû mal û zêr roja û şeva.

Û herkê ew yek destê mindabe,
Dest nalerize û dil rehm nabe,
Ezê wan gişka, kê şer’ dixwezin,
Bikim bogaza topê pir’mezin
Û pê wan topa agirkim bê zar.

Agirkim ezmîn û kosmosa sar,
Wî ezmanî, ku kirin ce’nime,
Wekî ezman jî reşbe bona me,
Wê kosmosê, ku wana xwest boy xwe
Bikin meydana şer’a û de’wa.
Bila meytê wan li kosmosa sar
Dora dinyaê bifitilin lal,
Wekî silsilet dîna xwe bidnê,
Zanibin kî bûn xezebê dinê.
Pey wê yekêra minê bigota
Hemû qîzê nûr û hemû xorta:
- Herkê dixwezin,
R’abin û syarbin firindê mezin,
Bifirin bêxem ezmanê sayî,
Û çawa xweyî
Dîna xwe bidin topa dinya me,
Ku bûye cinet, lê ne ce’nime,
Û hûnê bêjin:- Dinya çi başe,
Emir çi şîrin û çiqas xweşe!

1965
ji We'de-Pencere-Mitale, Weşanxaneya Belkî
*Me dest nedaye rastnivîsa wê