A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mihemed Sîno - Davê Xewnê Evînê
92 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mihemed Sîno - Davê Xewnê Evînê

Te dil xistî davê xewnê evînê
Tevî min ji ter vedabûn gelek dav
Keda min tevde windabû şêrînê
Bûm kuştiyê dîtina bejna zirav
Te ez avêtime derya evînê
Tu zane buhistek min dike bin av
Tu bûye serkêşa xewnê vê jînê
Lê mixabin te xwe dûr kirye ji çav
Min diva ji himizê bigrim bînê
Di peyra minê çibikra bi gulav
Lê piştî te dil kir landika kînê
Va şev û rojên min çûne av û av
Sawêrê te bûye dijminê jînê
Raman dihejîne herdem û her gav
Di peytere dil xweşiyê nabînê
Ta bi cejna di çavan de mane xav
Li ber destê te min tobe ji vînê
Piştî te nabim evîndar ez bi nav.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê