A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mihemed Ronahî - Xwekuştina Nevîndarekî
278 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mihemed Ronahî - Xwekuştina Nevîndarekî

‘Weka çîvokek birîndar
te vedişêrim di paxila xwe de’
Louis Aragon

du heb bûn
ya yek keçik bû
lawik bû yê din

her yek duheb bûn
du kesên biyanî kedî dikirin
di paxila xwe de herduyan jî

du heb bûn
herduyan jî bawerî dihanîn bi xwedê
(lawik bi hebûna wî
keçikê bi tunebûna wî)

evîndar bûn her du jî
(lawik evîndarê keçikê
keçik evindara xwe bû)
çend caran xeyîdî lawik
çend caran aş bû bi keçikê re
keçikê tew hay jê nebû

ji evîna keçikê xwe nas nedikir lawik
ji evîna xwe kes nas nedikir keçikê


zanibû lawik
her hezkirox şîzofrene biçîçek
her hezkirî paranoyak
wisaye dîroka evîne lewra

zanibû
bê vîn e her evîn
dîl digre vînê evîn

zanibû
tu kes ne evîndarê tu kesiye
evîndarê xwe ye her kes
li xwe digere her evîndar
lewra tu caran hevdu nedîtibûn herduyan jî

birra gelo keçik hebû?

rabû lawik
xatir xwest ji xwe
(tenê ji xwe)
û notek danî ser masê

‘raste aragon
evîna dilşad tuneye’

24.05.2007, Amed