A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mihemed Ronahî - Nezîre
234 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mihemed Ronahî - Nezîre

‘Ji her sê mîrên qesra helbestê re’
1
Ji bo şêx Ehmedê Xanî

Heleke kullî şaîrûn îlla ente ya xanî
Xaceyê ma mîslê nûrî hemîşe direxşanî
Ben xesteyem bêçareyem derdime derman hanî
Ez feqiyê l’dergê te me derdê min tu pê zanî

Ustadûna şewaîrûke fûadûn lîl ekrad
Her kesî ra yek wetan est wetanê ma nedarad
Ben çeraxam sen hostasan almax isterem mûrad
Dil bi pêl im ji eşqa te waye ez bûme ferad

2
Ji bo melayê cizîrî

Roja te b’xêr nazdara min
Bi de’we û dozdara min
Bendewar û sozdara min
Tofan û bahozdara min

Ez nexweşim tebîbî tu
Dost û yar û hebîbî tu
Di nav rindan hesîbî tu
Ji min re xweş nesîbî tu

Tu mêvanî ez jî xan im
Siba te b’xêr be ya xanim
Dema nebî min nîn e can
Dixwînin l’ser min selayê

Ji eşqa te perwane me
Ker û gêjim dîwane me
Bê malbatû bê xane me
Bê xeber û bê wane me

şev û rojan dinalim ez
Bêpergal û bê halim ez
Emir çû êdî kalim ez
L’ber dergê te evdalim ez

Li dergê te bi efxan im
Siba te b’xêr be ya xanim
Dema nebî min nîn e can
L’ser min dixwînin selayê

3
‘Ji bo feqiyê teyran’

Derya û umman tu yî
Meded û eman tu yî
Zana û yeman tu yî
Sebekê çeman tu yî
Alimê zeman tu yî
şairê deman tu yî

Bêav û qerax ez im
Nezan û çerax ez im
Ê bê şebçerax ez im
Ê dûr û fîrax ez im
Matmayî b’merax ez im

Xwedanê xeyran tu yî
Heval steyran tu yî
şahê şa’iran tu yî
Bi kêf û seyran tu yî
Ê ku ez b’heyran tu yî
Feqiyê teyran tu yî

Bê wec zîbahî ez im
Bê kêf û şahî ez im
Ê di korahî ez im
Ê bê zanahî ez im
Memê ronahî ez im