A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mihemed Ronahî - Betal e
563 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mihemed Ronahî - Betal e

“ji ber dilpakiya wî, bo Evdilê”

Talan kirin gulistan bêjin gulan li vir şîn betal e
Terqiyan destgirî qediya li vir evîn betal e

Dawdirêjên rihbihust çav li ewlad û eyalên me
Eger ku qesta namûsa me dike ew dîn betal e

Kurdistan bûye gola xwînê mîrê min çav li zînê
Min kutaye wî dilî, jê re bêjin êdî ew zîn betal e

Bila belasebe nexwînê wî bilbilê şêt û dîn
Ku ji Kurdistana min nefûrîbe ew bîn betal e

Dest li hewa ereb, dua dikin bo Kurdistana min
kêf mekin heya em gişt nemirin ew amîn betal e