A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mihemed Omer Osman - Nimêjek Li Ber Baranê
292 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mihemed Omer Osman - Nimêjek Li Ber Baranê

Va ye ewran dest û tiliyên xwe li hev alandin û
Li aliyê din î daristana gij a ewrê..
Hetav wek çiraya koxikeke gund kêm û bêtîn e
Baranê jî lê kir… ew baran e? yan xwîna spî..
Şirrika birîna ewrê jêr devê şûrê tûj î
Birûska şîn e?
*
Ax ez çendî mecnûnê jinekê me ji baranê be..
Perîzaya ba û bagerê be..
Ku ez ketim nava hibra guneh..
Min derîne û bide ber şapeya çavê hêsirjêbarî
Ku serab bû menzîla min..
Memikên xwe ji min re bike du kanî û
Porê xwe bike erzêleke mirwarî

Ev êvar jî heman êvara car ji caran bû..
Bejna min peykerê ca’deyeke li ber tavebaranê bû
Rêwiyekî got.. were jêr sîwana min
Min gotiyê, na hevalo.. min divê ew qasî biçûk bibim..
Heta dilopek bibe qebra min!
Jê kirî ez dîn im..
Ez jî bi saya asmanê nuqimbûyî di şîn û giryanê de
Deftera şilbûyî ya şiêrê me, her çend..
Herfên wê giş jê çûbin jî
Dilê min neşikest ji periya baranê..
Ez dihesidîm wan dilopan..
Ku li ser mil û stûyê keçikan şopa xwe dihiştin
Min ji xwe dipirsî.. çima hûrikhûrikiya baranê wek gerdeniyê nayê hûnan û
Çima wek baranê bi dest ve nayê?
Baran bi zimanekî dibêje dev navêje kesî
Baran gava ku hêrs dibe naçilmisîne gulê
Baranê di mîhraba dilê min de mûma nimêjê vêxistiye
Laşê min wek qeşayê ye.. hişê min jî ne li aliyê hetavê ye..
Li aliyê din î daristana gij a ewir..
Ku wek çiraya koxikeke gund kêm û bêtîn e
Baran xweş dike.. ew baran e? Yan xwîna spî..
Şirrika birîna ewra jêr devê şûrê tûj î birûska şîn e?

29.01.1988
Silêmanî / şev
ji Kurmanciya Jêrîn (Soranî): Osman Mehmed