A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mihemed Omer Osman - Hawar
144 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mihemed Omer Osman - Hawar

Niha ez ê winda li nav mij û morana reş a xurbetê
Pelê dara canê min weşiya..
Li nav pêt û çirûskên bextreşiyê

De tu bi Xwedê kî were..
Çola dil.. tiyê kaniyê û dînê siyê ye De tu bi Xwedê kî were..
Bila serab bibin avên şetî
Dar serê xwe di dawa ewrê re derxe..
Guveguv bê nav çemê şewitî

De tu bi Xwedê kî were..
Ji tîna..
Ewr xeniqiye
Lutke bê berf e
Dar şewitiye
De tu bi Xwedê kî were..
Dil nuqmî rondikan bûye..
Çavê mirinê li riya min e..
Xakeke şewitî gor û riya min e

Bila ez vegerim ber bi cîhana kesk a zarokatiyê
Bila ez hest bi pîşoyê pirça şewitî ya rojan nekim
Nebêjim.. min ew rojên dijwar dîne Biharan car car baqek lale
Bigrim dest xwe û ji diya xwe re bêjim..
Rast e lale xwîna şehîdan e?
Min hê laşên şehîdan nedîne

Gcr tu hatî û ez bûm zaro..
Berêvaran çûkê bala min..
Li dafika tîjkên tavikê.. dialiqe
Roj li ber çavê min dibe wek topeke sor an pirteqalekê
Ji diya xvve re dibêjim..
Ezê biçim serê lutkeyê
Têxim paşila xwe rojê
Û wê bînim odeya xwe..
Şevên reş û tarî me çira navê

*

De tu bi Xwedê kî were..
Bila serab bibin avên şetî
Dar serê xwe di dawa ewrê re derxe
Guveguv bê nav çemê şewitî

*Generalê Payîzê Li Xurbetê, Avesta, rr: 27-31, 2013
*Deşîfrekirin: R. X.