A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mihemed Omer Osman - Ditirsim Dil Bibe Parçeyek Qeşa
34 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mihemed Omer Osman - Ditirsim Dil Bibe Parçeyek Qeşa

Tu xwe ji min veneşêre
Ditirsim dil bibe parçeyek qeşa..
Bi devê sirra êvarê ve

Tu xwe ji min veneşêre
Ez ji pelê zer î payîzê..
Gelekî belengaztir û xerîbtir im
Ji sirra ba sartir im

*

Tu xwe ji min veneşêre
Li bîra te ye te bi bişirîna awirên xwe..
Hilm ji ser berfa dilê min rakir û
Te ez xistim şûna sayiya canê xwe?

*Generalê Payîzê Li Xurbetê, Avesta, rr: 24-25, 2013
*Deşîfrekirin: R. X.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?