A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mihemed Omer Osman - Birûskek
201 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mihemed Omer Osman - Birûskek

Tu zanî çima dinyaya şi’ra min.. her payîz e.. her bahoz e?
Tenê ji payîzê ye hêviya min.. payîz ji bo min nîştiman e
Ez bi xwe xurbet im.. ji min mepirse.. çi ye xurbet?..
Jiyana min derbiderî û tenêtî û jevcêbûn e.

Min her xwestiye ez bibim ewrek..
Bibarime ser bejn û bala te..
Pirpirînekek bim.. şev nîveşevekê Bibime zuxala dora çiraya te
Em wek du şebneman e.. sibehê me dibe
Hetava bextreşiyê..
Ya em du pel in.. bayê reş î payîzê şerê me datîne
Ser dawa xurbetiyê!

*Generalê Payîzê Li Xurbetê, Avesta, rr: 19-21, 2013
*Deşîfrekirin: R. X.