A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mihemed Omer Osman - Ba
252 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mihemed Omer Osman - Ba

Nîveşeveke sar û xembar e..
Payîz mêvan e li odeya min
Nefesa min a sar dibe hêsir
Tê xwar bi bejna reş a pencereya min ve

Hawar û xumexuma çemê nalînekê..
Dirije bi ser bêrma dil de
Aramî û hedanê ji canê min dibirre Wek pelê payîzê bi çiql ve

*

Hawar û hajeya çemê nalînekê..
Tê guhê min tu dibê qey awaza tarê ye
Nizanim kî ye vê nîveşevê tarê dijene
Û keştiya aramiyê xulamê pêla deryaya azarê ye

Hawar û hajeya çemê nalînekê..
Li ba min dibe wizewiza ba
Wisa piştrast im ewa min dibihîst guveguva ba ye ba
Jê re dibêjim.. were kêfa min ji te re tê
Li bîra te ye havîna par êvarekê bi çiqlekî darê..
Ku min Ii ser axa rê nivîsî..
‘Ger Nazdar bimre mal li min wêran dibe’
Û tu jî hatî û te zû jê bir
Ayy ez zaro bûm!
Ji min kirî tu ê biçî li ser pencereya..
Odeya Nazdar wê ji nû ve binivîsî!

*Generalê Payîzê Li Xurbetê, Avesta, rr: 35-38, 2013
*Deşîfrekirin: R. X.