A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mihemed Nur Elhuseynî - Bask
183 Xwendin
7 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mihemed Nur Elhuseynî - Bask

Ji nav gulê der tê
Baskên spehî û zelal
Bîna bejî
Bîna bejna te
Bîna xewnên rêwiyan
Ya bi demsalan
Di hundurê dîrokê de
Xwe vemaltiye
Xwe kirye asoyekî xemilandî
Bi tirabêlka bêsoz
Bi neh-deh baskên vekirî
ên şilokî
Ên dibriqînin ji roniya sibehên çavên te
Ên şêrîn
ji demûşên rewrewka mewîjan
Ji dûmana bastêq û beniyan
ew bask te bi rê kirin?!!
glo ji min re?!!
glo?!!
mebesta wan çi welat in?!!
çi asîmanin glo ?!!
li hêviya baskan dimînim
di nav prîkan de diçim û têm
nêzîkî çavan dikim
difûre bi ser min de
bejna te ya koçerîn
nerînên te
ên
welatek di wan de avadibe..
di herifi
di bin
ewr û baranên wan de..,
tenê
ez xwedî me
xwediyê wan nerînên dîrokvanî
ên bask ji wan difirin
ew baskên xwe vegirtinin
bi ser brînin bê binî
bi ser ahînin xwedîkirî
bi ser kulên avisbûyî..
eger bask û çav bighêştin hev
sîya dara bi ser min de tê
çmê keske-sorê
dikeve sînga min de
tûmê xernûbê
şaxê xwe vedide
di sînorê westaniya min de
û na.. westim ez!!
kevir bi kevir
şev berî rojê
qirşik bi qirşik
di hundirê cergê xwe de
pira hatina te ava dikim
hêlîna baskên te
asoyên nerînin te
ez im damarên wan asoyan
de fermo tê de biherike
de bîna xwe tê de bib û werîne
sor bike
şîn bike
malkên dilê min
baskên jînê tê de bifirîne.

17.05.2002
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê