A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mihemed Gercewsî - Gazin
79 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mihemed Gercewsî - Gazin

Zewq û sefa bû ye cefa.
Jiyan ji mer nabê wefa.
.............
Qet nabê rojêkî xweşî
Dûr ket çû bi lez dimeşî
.............
Gulle bombê tank û topan
Dijmin êrîş li ser gelan
.............
Gel radibin bi milyonan
Yek dikujin dibin hezar.
.............
Gelo mirin para me ye
Eyb, fedî , şerm û fihêt ê
.............
Rabin wî çaxî ser pîya
Belav bikin koletîya
.............
Serhildan û raperînan,
Bilin bikin ala Kurdan.
.............
Her çar parçe ji bindest e,
Çar alî bibin yek bi hev re.
.............
Gazîya min keç û xortan
Jin û mêr û pîr û kalan
.............
Ji bîr nekin wa dijminan
Heyf e rewşa dest-girêdan.
............
Rakin bilind bikin tolê
Xwîna şehîdan li erdê
.............
Nehêlin ku dijmin bijî
Lêxin ku bimrin ew nêjîn.
...........
Her dibêjim ez Gercewsî
Fedî dikin ji bindestî.
............
Ger xilas î bi yekîtî
Yekîtî nebê, koletî
..............
An azadî an azadî
Bi tenê ev e daxwazî.

15.12.2015
01:20
Helbestên din ên Helbestvanî/ê