A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mewlana Celaledînê Romî - Neke
309 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mewlana Celaledînê Romî - Neke

Min bihîstiye ku tê me bi berdanê ezim bikî, neke.
Te meyla yarek din, dostek din kiriye, neke.

Tu çi digerî di cîhana rehmetiyan de biyaniyo?
Tu kîjan dilnexweşî qest dikî, neke

Nedize me, me ji me, neçe bero wan cihan
Tu nezerê li yên hatî dizî dikî, neke.

Ey heyv, felek felişiye, serobino bûye ji bo te
Tu me welê xerab, welê serobino dikî, neke

Ey kesê meqam li ser heyîn û neyînê
Tu qada hebûnê welê diterikînî, neke

Heger tu rûyê xwe biqulibînî, heyvê tiptarî bibe ji xemê
Tu qesta xirakirina mala heyvê jî dikî, neke.

Heger tu hişk bibî, lêvên me yê hişk bibe
Tu çavên me tejî rondik dikî, neke.

Heger hêza te ya karina evîndaran nebû
çima tu welê şaqiz dimînî ji evînê

Ey kesê biheşt û dojeh di dest de, neke
Tu ji me re welê biheştê dikî dojeh, neke

Di şekirdanka te de jehrî xusarê nade me
Tu wê jehrê bi şekirî re dikî yek, neke.

Tu me şad dikî, aramiya me direve welê
Tu aramiya min xera dikî, tu tertebilav dikî, neke.

çavê min yê tevlî heramiyê bûyî, dizê delaliya te ye
Ey yê li ber diziyê dikeve, tu diziyê dikî, neke.

Serhildanê bike ey hevalê min, ne demê gotinane
Tu çima bi serxweşiya işqê meşqê dikî

Ji Tirkî: Dildar Botî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê