A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mestûre Erdelanî - Giriftarin
400 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mestûre Erdelanî - Giriftarin

Giriftarim be nazî çawekanî mestî fettanit
Birîndarm be tîrî sînesûzî nêşî mujganit

Be talî perçemî egrîcekanit xaretit kirdim
Dilêkim bû ewîçît xiste naw çahî zenexdanit

Be qurban, `aşiqan emro hemû hatûne pabost
Minîş hatim, bifermû bimkujn, bimken be qurbanit

Teşekkur wacîbe bo min eger bimirim be zexmî to
Be şertê kifnekem bidrûy be tay zulfî perêşanit

Le kuştin gerdinit aza dekem xot bêyte ser qebrim
Ke rojî cum`e bimnêjî le lay ne`şî şehîdanit

Kesê to kuştibêtit rojî mehşer zehmetî naden
Eger wek min le em dunyaye sûtabê le hîcranit

Hemîşe sujdegahim xakî ber derganekey toye
Reqîb rûreş bê çun nalê biga destim be damanit

Dilim meşkêne çunkû mexzenî derd û xemî toye
Fîday şert û wefat bim çî beser hat meylî caranit

Eto emro le mulkî dilberîda nadirey dehrî
Be resmî bendegî Mestûre wa hatote dîwanit

Nîşe: Ev helbestvan bi navê "Mah Şeref Xanim" jî tê zanîn.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê